Li Misirê bajarekî dîrokî yê 3 hezar sal berî naha hate dîtin Li Misirê bajarekî dîrokî yê 3 hezar sal berî naha hate dîtin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Misirê bajarekî dîrokî yê 3 hezar sal berî naha hate dîtin

BasNews – Li Misirê tîmeke şûnwarnas bajarekî mezin dîtin ku di rewşeke baş de ye, nêzîkî hemû dîwarên wî mane û odeyên wan bi alavên rojane tijî ne.

Betsy Brian, şûnwarnasê li Zanîngeha Hopkins a Amerîkayê ragihand; dîtina bajarê winda yê Aten, piştî dîtina gora Tût Anx Amon duyemîn dîtina şûnwarîya herî girîng e.

Şûnwarnas di wê baweriyê de ne ku dîroka vî bajarî heta serdema Amon Hotepê Sêyemîn vedigere, ku berî zayînê di sala 1353 – 1391ê de desthilata wî hebû.

Fermangeha Şûnwarên Dîrokî yên Misirê eşkere kir ku dîroka wî bajarî vedigere heta 3 hezar sal berî niha.

Misir