Nêçîrvan Barzanî: Yekrêzî, yekane rêya parastina maf û destkeftan e Nêçîrvan Barzanî: Yekrêzî, yekane rêya parastina maf û destkeftan e
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Nêçîrvan Barzanî: Yekrêzî, yekane rêya parastina maf û destkeftan e

BasNews- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro pêncşemê 8ê Nîsana 2021ê ligel hêz û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê civiya.

istanê jî amade bûn, rewşa Iraq û navçeyê, peywendiyên derekî yên Herêma Kurdistanê, serdana Nêçîrvan Barzanî bo Fransayê, rola Herêma Kurdistanê di hevkêşeyên siyasî yên nû de, peywendiyên Hewlêr – Bexda, diyaloga stratejiya Amerîka – Iraq û beşdarî û rola Herêma Kurdistanê ya tê de, hilbijartinên Iraq, rewşa navxwe û peywendiya di navbera pêkhat û aliyên siyasî de hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de ji bilî dûpatkirina destxweşî û pêzanînên ji bo destpêşxeriya Serokayetiya Herêma Kurdistanê û komkirina hêz û aliyên siyasî, di keşekî eşkere û vekirî de kêşe û dilgiranî xistin rû û tekez li ser pêwîstî û girîngiya yekrêzî, tebayî, guftûgo û hevdû têgihiştina li navbera aliyên siyasî da ya ji bo çareserkirina kêşeyan kirin.

Herwiha di kombûnê de pejirandina yasaya budceya Iraqê ji hengavekî erênî ya ber bi pêşveçûna peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federaliya Iraqê dane zanîn û hêvî xwestin yasa bê bi cîhkirin û karvedaneke erênî li ser jiyan û guzeraniya welatiyan û rewşa aboriya Iraq û Herêma Kurdistanê hebê û rêxweşker bê ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera her du aliyan ya li ser bingeha destûr û di çarçoveya sîstema federalî de.

Di civînê de tekez kirin ku rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û desteberkirina mafên destûrî, parastina destkeftan û hengavên ji bo paşerojeke baştir, rastbînî û hestkirina bi berpirsiyariya hemuyan, pêkvekarkirin, hevbeşî, tebayî û yekrêzî dixwazê û bi girîngiyê ve tekez li proseya çaksazî û karkirina ji bo baştirkirina debara welatiyan û pêwîstiya parastina azadiyan û azadiya raderbirîn û danîna çarçêwe û mekanîzmeke ji bo berdewamiya van civînan kirin.

Nêçîrvan Barzanî ji bo bi deng ve hatina vexwendinê û sazdana vê civînê spasî hêz û aliyên siyasî kir û dûpat kir ku take rêya derbaskirina kêşe û qeyranan û parastina maf û destkeftan û pêgeha destûr û federaliya Herêma Kurdistanê, tebayî û pêkveyî û yekrêzî ye, Serokayetiya Herêma Kurdistanê jî bi vê navê da berdewam dibê û bi sêwan û keprê komkerê hemuyan dimîneq