Mesrûr Barzanî: Pêşwazî li encamdana sêyem qonaxa diyaloga stratejîk a Amerîka û Iraqê dikim Mesrûr Barzanî: Pêşwazî li encamdana sêyem qonaxa diyaloga stratejîk a Amerîka û Iraqê dikim
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Mesrûr Barzanî: Pêşwazî li encamdana sêyem qonaxa diyaloga stratejîk a Amerîka û Iraqê dikim

BasNews- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku ew pêşwazî li gera sêyem a gotûbêjên stratejîk ên navbera Iraq û Amerîkayê dike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ez pêşwazî li gera sêyem a gotûbêjên stratejîk ên navbera Iraq û Amerîkayê dikim.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniya xwe ji bo danûstandinan car din tîne ziman.”

Herwiha Barzanî eşkere kir: “Ev danûstandin dê bibin nexşerê ji bo hevbeşiya zêdetir a di warên reform, asayîş, bazirganî, veberhênan, jîngeparêzî û herwiha enerjiya paqij de.”