Rojavayê Kurdistanê- 5 kesên din bi Koronayê mirine Rojavayê Kurdistanê- 5 kesên din bi Koronayê mirine
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Rojavayê Kurdistanê- 5 kesên din bi Koronayê mirine

BasNews- Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê îro ragihand ku 200 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine û 5 kesên din bi Koronayê mirine.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir di heyama 24 saetên dawîn de 200 kesên din bi vîrusa Koronayê (Covid-19) ketine ku 121 mêr û 79 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 37

Qamişlo: 62

Dêrik: 39

Dirbêsiyê: 6

Reqa: 17

Tebqa: 26

Kobanê: 8

Minbic: 5

Herwiha Ciwan Mistefa diyar kir ku 9 kesên din jî baş bûne.

Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 11 hezar û 533 kes bi Koronayê ketine, ji wan 410 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 351 kes baş bûne.