BasNews – Li Herêma Kurdistanê nêzîkî 1100 kesên din bi Koronayê ketin û 5 kes jî pê mirin.
Wezareta tenduristiya Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên borî de 1092 kes bi Koronayê ketine û 483 pêketiyên Koronayê jî baş bûne.
Wezaretê her wiha da zanîn, ji duhî de 5 kes bi Koronayê mirine.
Li gorî amarên han, hejmara pêketiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê gihîşt nêzîkî 130 hezar kesan. Ji wan pêketiyan nêzîkî 113 hezar kes baş bûne û 3 hezar û 761 kes jî mirine.