Komîsyona helbijartinê derbarê helbijartinên pêşwext de beyanameyek derxist Komîsyona helbijartinê derbarê helbijartinên pêşwext de beyanameyek derxist
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Komîsyona helbijartinê derbarê helbijartinên pêşwext de beyanameyek derxist

Herman Xalîd

BasNews – Komîsyona bilind a serbixwe ya helbijartinên Iraqê beyanameyek derbarê dema helbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê de derxist.

Beyanameya îro 08.04.2021ê ya Komîsyona Helbijartinê de hat gotin, dema tomar kirina hevpeymaniyên siyasî heta meha 5ê ye û roja 17.04.2021ê jî deriyê xwe tomar kirina namzedên helbijartina pêşwext tê daxistin.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Helbijartinan ragehand, helbijartinên pêşwext roja hatiya diyar kirin de dê birêve biçe û ji aliyê yasayî ve nabe guhertin di roja helbijartinan de bê kirin.

Li ser daxwaza xwepêşanderan û Ayetulla Elî Sîstanî yê merciya bilind a şîeyên Iraqê ye, serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî roja 06.06.2021ê wek roja helbijartinên pêşwext diyar kiribû, lê ji bo roja 10.10.2021ê hate paşxistin.