Lezgîn
BasNews – Li kampa Dawudiye ya koçberan a li sînorê parêzgeha Duhokê ji bo selametiya rûniştvanên kampê dest bi testên ketober ên vîrusa koronayê hate kirin.
Îro 08.04.2021ê berpirsê wergirtina nimûneyên testên vîrusa koronayê li rêveberiya tenduristiya Duhokê Dr. Ebdula Xelef ji BasNewsê re ragehand, îro li kampa Dawudiye ya koçberan a li sînorê parêzgeha Duhokê, testên ketober bo rûniştvanên wê kampê hatine kirin, ku bê zanîn rêjeya pêketina bi vîrusa koronayê çende.’’
Herwaha got, tîmên tenduristiya Duhokê dixwazin derbar rêjeya pêketina bi vîrusa koronayê berçavên wan ronî be li wê kampê û karên xwe di çarçoveya rêgirtina li belavbûna zêdetir a vîrusa koronayê de birêve dibin.



