Bi wêne…Li Soranê du mal ji ber şorta elektrîkê şewitîn Bi wêne…Li Soranê du mal ji ber şorta elektrîkê şewitîn
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Bi wêne…Li Soranê du mal ji ber şorta elektrîkê şewitîn

Mihemed Hesnanî

BasNews – Berdevkê rêveberiya berevaniya şaristaniya Soranê ragehand li du bûyerên cuda yên li sînorê herdu nahyeyên Diyana û Sîdekanê, agir li malên du hemwelatiyan ket û ji ber wê jî ziyaneke zêde yê madî çêbû.

Berdevkê rêveberiya berevaniya şaristaniya Soran Beyar Balekî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 08.04.2021ê du bûyerên şewatê li sînorê me pêkhatin, ya yekem agir berbû depoya mala hemwelatiyekî rûniştvanê gundê Hewêlan a ser bi nahyeya Sîdekanê ku ji aliyê tîmên berevaniya şaristanî ve agir hate kontrol kirin.’’

Herwaha got: ‘’Duyem bûyera şewatê jî li mala hemwelatiyekî rûniştvanê taxa Azadî ya ser bi nahyeya Diyana ya devera Soranê pêkhat û di cîh de tîmên berevaniya şaristaniyê geheştin cîhê bûyerê û agir kontrol kirin.’’

Beyar Balekî got: ‘’Li gor raporta tîmên berevaniya şaristaniyê sedemê wan herdu bûyeran jî şorta elektrîkê bûye û ziyanên canî çênebûn, lê gelek ziyanên madî çêbû.’’