Germiyan…Erd li ser girtiyên siyasî û kesûkarên şehîdan hate dabeş kirin Germiyan…Erd li ser girtiyên siyasî û kesûkarên şehîdan hate dabeş kirin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Germiyan…Erd li ser girtiyên siyasî û kesûkarên şehîdan hate dabeş kirin

Cotyar Kelarî

BasNews – Îro 08.04.2021ê li bajarê Kelar a navenda îdareya Germiyanê pişk ango qure hate kêşandin bo dabeş kirina erd li ser girtiyên siyasî û kesûkarên şehîd û enfalbûyan.

Serokê şaredariya Kelarê Ekrem Salih ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro bi awayê pişk proseya dabeş kirina erd li ser girtiyên siyasî û kesûkarên şehîd û enfalbûyan birêve çû.’’

Herwaha got: ‘’Hejmara wan kesên li sînorê Germiyanê ku proseya pişk û qureyê de erd ji wan re hate dayîn 958 kes bûn.’’

Serokê şaredariya Kelarê ragehand: ‘’Bi amadebûna dozgerê giştî û nûnerên girtiyên siyasî û kesûkarên şehîd û enfalbûyan ve proseya dabeş kirina erd li ser wan kesên ku dê jê sûdmendbin birêve çû.’’