Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê ezmûneka serkeftî ya demokrasiyê ye Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê ezmûneka serkeftî ya demokrasiyê ye
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê ezmûneka serkeftî ya demokrasiyê ye

BasNews - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di vîdeo konferansa bîranîna biryara 688 a Encûmena Asayişa Navdewletî de ragihand, Herêma Kurdistanê ezmûneka serkeftî ya demokrasiyê ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî panêla li ser 30 saliya biryara 688 ya NY li ser Başûrê Kurdistanê bû û daxwaz ji civakî navdewletî kir ku hevkariyê ji bo serxistina doza kurdî bikin û pêwendiyên xwe yên siyasî û aborî bi Kurdistanê re bihêztir bikin.

Mesrûr Barzanî destnîşan kir, Herêma Kurdistanê wek cihekî aram ji hemû pêkhateyan re dimîne. Herwiha got jî: “Pêşmerge bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî re dawî li dewleta DAIŞê anî, lê hîna metirsiyên DAIŞê li ser navçeyê maye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Herêma Kurdistanê ezmûneke serkeftî ya demokrasiyê ye.”

Herweha tekezî li ser wê çendê jî kir, piştevanî û hevkariya hevpeymanan di hemû qonaxan de ji bo gelê Kurd gelek girîng bû û Herêma Kurdistanê herdem rêz li nirxên hevbeş ên hevpeymanan digire.

Mesrûr Barzanî diyar kir, biryara 688an ya Encûmena Asayişa Navdewletî ku di 5ê Nîsana 1991an de hatiye derxistin, baştirîn û girîngtirîn biryar e bo piştevanîkirina gelê kurd.

Serokwezîr Barzanî di axaftina xwe de bal kişand ser peymana Şingalê û got, heta niha peymana Şingalê bi cih nehatiye û ev yek jî ji bo vegera koçberan bûye pirsgirêk û diyar kir ku vegera koçberan ji bo cih û warên xwe pêwîstiya wê bi piştgiriya civaka navdewletî heye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ewlekariya cîhanî parastine û li şûna cîhanê li dijî rêxistinê şer kirine û tekez jî kir, hêzên Pêşmerge efsaneya çekdarên DAIŞê şikand.