Gundekî devera Amêdiyê ji ber Koronayê tê kerentînkirin Gundekî devera Amêdiyê ji ber Koronayê tê kerentînkirin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Gundekî devera Amêdiyê ji ber Koronayê tê kerentînkirin

BasNews – Gundekî devera Amêdiyê li parêzgeha Duhokê ji ber zêdebûna pêketiyên Koronayê tê kerentînkirin.

Berpirsê giştî yê tenduristiya Duhokê, dr. Efrasiyab Mûsa ji BasNewsê re got, li gundê Dawidiyê yê nahiya Bamernê li devera Amêdiyê, beriya 3 rojan 50 kes bi Koronayê ketibûn û çend roj berê jî kesekî bi Koronayê canê xwe ji dest dabû. Ji ber wê jî me serdana gundi kir û me rewşa gund ji nêzîk de şopand.

Dr. Efrasiyab Mûsa her wiha got, niha me li gund dest bi têsta Koronayê kiriye, ji bo ku em bizanin rêjeya pêketina bi Koronayê kêm bûye yan zêde bûye.

Berpirsê tenduristiya Duhokê da zanîn jî, wan biryar dane wî gundê kerentîn bikin û got, bo wê jî emê bi qaymeqamtiya Amêdiyê re hemahengiyê bikin. Em pêşbînî dikin hejmara pêketiyan li wî gundî zêde bibe. Bila xelk pabendî şîretan bibin da ku jiyana wan nekeve metirsiyê.