Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Koriya Başûr li Iraqê kir Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Koriya Başûr li Iraqê kir
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Koriya Başûr li Iraqê kir

BasNews – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Koriya Başûr li Iraqê kir.

Îro danê sibê Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Helwêrê pêşwazî li balyozê Koriya Başûr li Iraqê, Cang Kiyong Wûk û şanda pê re kir.

Di civînê de, ku konsolê giştî yê Koriya Başûr li Hewlêrê, Koy Çiwan Jîn jî amade bû, behsa pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Koriya Başûr hat kirin.

Balyozê Koriya Başûr amadehiya welatê xwe nîşan da bo bihêzkirina pêwendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re bi taybet di warên aborî, bazirganî û çandî û alîkarîkirina koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê.

Serokê hikûmeta Kurdistanê jî spasiya alîkariyên Koriya Başûr kir û behsa dostaniya bihêz ya navbera Koriya Başûr û Herêma Kurdistanê kir û piştevaniya xwe jî bo pêşxistina pêwendiyên her du welatan nîşan da.