BasNews – Xortekî Rojhilatî bi tohmeta endamtiya PKKê li Tirkiyê bi heft caran girtina heta hetayî hat mehkûmkirin.
Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, çend roj berê li bajarê Batman yê Bakûrê Kurdistanê, xortekî kurd yê Rojhilatî bi navê Azad Sadiqîfer (22 salî) bi tohmeta endamtiya PKKê hat dadgehîkirin û bi heft caran girtina heta hetayî hat mehkûmkirin.
Li gorî agahiyan, ew xortê Rojhilatî 3 salan di nav PKKê de mabû û sê sal berê teslîmî hêzên Tirkiyê bibû.
Ew xortê kurd xelkê bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ye û heta niha nekariye malbata xwe bibîne tenê çend caran bi telefonê bi endamên malbata xwe re peyivîye.

Azad Sadiqîfer