Li Helebcê bombeya destî ve hewla êrîşa ser mala berpirsekî berê yê PDKê hate dayîn Li Helebcê bombeya destî ve hewla êrîşa ser mala berpirsekî berê yê PDKê hate dayîn
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Helebcê bombeya destî ve hewla êrîşa ser mala berpirsekî berê yê PDKê hate dayîn

Şiwan Berzincî

BasNews – Berpirsê berê yê baskê 12ê yê PDKê aşkera kir, şeva borî li bajarê Helebcê bi bombeya destî hewl hatiye dan ji bo êrîş li ser mala wî bê kirin, lê bombe ketine nav mala cîranê wî.

Berpirsê berê yê baskê 12ê yê PDKê Fazil Beşaretî ji BasNewsê re ragehand: ‘’şeva borî du motosîklet ve bombeya destî bo mala min hate avêtin, lê ket nav hewşa mala cîranê min û baş bû ti ziyaneke canî çênebûye.’’

Herwaha got, di dema bûyerê de ew bixwe ne li mal bûye, lê kamerayên çavdêriyê yên mala wî de êrîşkar diyar in û ji ber bûyerê jî ‘’Tenê ziyan geheşt otomobîl û camên pencereya mala cîranê me.’’

Fazil Beşaretî got, hêzên ewlehiyê geheştin cîhê bûyerê û dest bi lêkolînê kirine. Û ragehand: ‘’Mixabin ev bûyerane bûne diyarde li vî sînorî û ev yekem car nîne û cara dawî jî nabe û berdewam heye, divê kiryarên wan bûyeran bên dîtin.’’

Êrîş kirina ser mala wî berpirsê berê yê PDKê di demekî de ye ku li parêzgehên Silêmanî û Helebcê berdewam fişar li ser PDKê û binke û endamên wê heye û li gor zanyariyên BasNewsê heta naha zêdetir ji 70 caran êrîş li ser binkeyên PDKê yên li sînorê Silêmaniyê hatiye kirin.