Îşev biryara qedexeya hatûçûnê tê bicîhanîn Îşev biryara qedexeya hatûçûnê tê bicîhanîn
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Îşev biryara qedexeya hatûçûnê tê bicîhanîn

Mameyare Ehmed

BasNews – Parêzgerê Hewlêrê aşkera kir qedexeya giştî ya hatûçûnê ji demjimêrê 20:00ê şev û pê de tê bicîhanîn.

Îro 08.04.2021ê piştî civîna odeya operasyonên parêzgeha Hewlêrê parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw aşkera kir, demjimêr 20:00 ango 8ê şev û şûnde heta 06:00ê serê sibehê qedexeya hatûçûnê ya seranserê dê bê bicîhanîn û armanca wê pêngavê kêmkirina rêjeya pêketin û mirinên ji ber vîrusa koronayê ye.

Herwaha ragehand ku ew dixwazin ev pêngavê bibe sedemê kêmbûna rêjeya pêketina bi vîrusa koronayê û rêjeya mirinên ji ber wê vîrusê, ku bikarin di meha Remezan a pîroz de hin asankariyên hatûçûn û gerê ji bo hemwelatiyan bikin.

Umêd Xoşnaw got, ji bo ewên ku pêbend nabin dê cezayê pare û girtin jî hebe. Lê asankarî bo saziyên ragehandinê dê demên pêwîst de bên kirin.

Parêzgerê Hewlêrê got, plan hatiye danîn û demjimêr 06:00ê êvari îro hemû hêzên ewlehiyê yên Pêşmerge, Zêrevanî, Asayîş, Polîs û Polîsê hewarçûn, Polîsê hatûçûn û hemû hêzên ewlehiyê bo bicîhanîna plan û tedbîran dê destbikar bibin.