Çavdêrekî siyasî: Eger Pêşmerge venegere Şingalê dê Şingal bikeve destê Tirkiyê! Çavdêrekî siyasî: Eger Pêşmerge venegere Şingalê dê Şingal bikeve destê Tirkiyê!
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Çavdêrekî siyasî: Eger Pêşmerge venegere Şingalê dê Şingal bikeve destê Tirkiyê!

BasNews – Çavdêrekî siyasî hişyarî da û ragihand, eger hêzên Pêşmerge venegerin Şingalê dê Tirkiye dest dane ser wê deverê.

Çavdêrê siyasî Hadî Sifoka ji BasNewsê re got, Îran dixwaze Şingalê bixe bin kontrola xwe û ji wir jî derbasî Sûriyê bibe. Eger ew pilan bi ser bikeve wê çaxê rizgarkirina Şingalê gelekî zehmet dibe.

Hadî Sifoka her wiha got, eger di nav du mehên bê de hêzên Pêşmerge venegerin Şingalê dê Tirkiye êrişî Şingalê bike û wê deverê dagîr bike, ji ber ku Amerîka naxwaze Şingal bikeve destê Îranê.

Wî çavdêrê siyasî da zanîn jî, eger Şingal bikeve destê Îranê û milîsên wî welatî, wê çaxê dê ziyan bigehîje hejmûna Amerîka li Rojhilata Navîn.