Cotyar Kelarî
BasNews – Hikûmeta herêma Kurdistanê Monomentê Enfalê li bajarê Çemçemalê dê nûjen bike û qaymeqamê Çemçemalê jî hin zanyarî aşkera kirin.
Qaymeqamê Çemçemalê Remek Remezan îro 08.04.2021ê ji BasNewsê re ragehand: ‘’Encûmena wezîrên herêma Kurdistanê bi nivîsa hejmare 3673ê ve razîbûn li ser nûjen kirina Monomenta Enfalê ya bajarê Çemçemalê nîşan da û berî wê wek qaymeqamê Çemçemalê me nivîsek pêşkeş kiribû û naha bersiva wê dan.’’
Herwaha got: ‘’Monomenta Enfalê bi salane ji ber nebûna budceyê nehate nûjen kirin û beşên wê yên wek qad û pêwîstiyên wê yên din de nûjenî nehate kirin.
Qaymeqamê Çemçemalê got: ‘’Hikûmeta herêma Kurdistanê bi vê pêngava ku hemdeme li gel nêzîkbûna salvegera 33.mîn salvegera tewanê Enfalê, xizmeteke mezin a berçav ji doza jenosoîdê re dike.’’