Li Duhokê ketober testên koronayê ji bo hemwelatiyan tên kirin Li Duhokê ketober testên koronayê ji bo hemwelatiyan tên kirin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Duhokê ketober testên koronayê ji bo hemwelatiyan tên kirin

Lezgîn

BasNews – Berpirsê wergirtina nimûneyên testên koronayê li tenduristiya Duhokê diyar kir, ji be belavbûna koronayê li parêzgeha Duhokê biryar hate dayîn îro wergirtina nimûneyan nav koçberan û karkerên xwaringehan de kar dikin bên kirin.

Berpirsê wergirtina nimûneyên testên vîrusa koronayê li Duhokê Dr. Ebdula Husên Xelef ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 08.004.2021ê li parêzgeha Duhokê dê nav du kampên koçberan û xwaringehan jî ji ber belavbûna vîrusa koronayê nimûne dê ji koçberan û karkeran bên wergirtin. Îro li parêzgeha Duhokê dê tîmên tenduristiya dest bi wergirtina nimûneyan ji nav karkerên çend xwaringehan bikin û herwaha tîmên tenduristiyê ber bi kampa Dawudiye ya koçberan ve biçin û nav kampa Dawudiye jî dê li gundê nimûneyên koçberan wergirin.’’

Herwaha got: ‘’Testên ketober bo hemwelatiyan û karkeran dê bên wergirtin, li gelek cîh û deveran dê test bên kirin û em daxwazê ji xelkê xwe dikin her kesekî nîşaneyekî koronayê li gel hebe bila qesda bingehên testa koronayê bike dê bê beramber testa koronayê bo hemwelatiyan bê kirin.’’

Navborî got: ‘’Em dixwazin vîrusê kontrol bikin û zêdetir nav xelkê me de belav nebe. Hêvîdarin hemû kes pêbendî rênmayiyên tenduristiye be li hember vîrusa koronayê.’’