Cotyar Kelarî
BasNews – Nêzîk avahiya polîsê Kerkûkê ku nav balefirgeha bajar de ye du bombeyên çandî hatin pûç kiirn û kesek jî hate girtin.
Rêveberê polîsê hewarçûnê yê Kerkûkê Eqîd Mazin Mihemed îro 08.04.2021ê nûçe ji BasNewsê re piştrast kir û ragehand: ‘’Derengê şeva borî nêzîk avahiya rêveberiya polîsê Kerkûkê du bombeyên çandî hatin pûç kirin û kesek jî hate girtin.’’
Herwaha got, tenê derbarê bûyerê de ev zanyarî geheştine wî.
Li gor zanyariyên BasNewsê ji ber sedemê qedexeya hatûçûnê û ji ber zêdebûna hêzên ewlehiyê li navçeyê hewldanek hebûye ji bo veşartina wê nûçeyê.