Brîtanyayê aşkera kir binkeyên DAIŞê yên nêzîkî Mexmûrê bombebaran kir Brîtanyayê aşkera kir binkeyên DAIŞê yên nêzîkî Mexmûrê bombebaran kir
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Brîtanyayê aşkera kir binkeyên DAIŞê yên nêzîkî Mexmûrê bombebaran kir

Herman Xalîd

BasNews – Wezareta berevaniya Brîtanyayê binkeyên rêxistina terorîst a DAIŞê yên nêzîk Mexmûrê bombebaran kirine.

Li gor daxuyaniyekî wezareta berevaniya Brîtanyayê bombebaranên balefirên şr ên wî welatî di çarçoveya Hevpeymaniya Navnetewî ya dijî DAIŞê û bi hemahengiya hêzên Iraqê ve êrîş li ser binkeyên DAIŞê pêkhatiye.

Li gor zanyariyên çapemeniyê biryara êrîşên esmanî roja 23.03.2021ê li wezareta berevaniya Brîtanyayê hatiye dayîn.

Balefirên şer  ên Brîtanyayê çend bombebaranek li binkeyên DAIŞê yên di nav şikewtên çiyayê Qereçûx a nêzîkî Mexmûrê pêkanîne û di wan êrîşan de mûşekên Storm Shadow hatine bikaranîn.

Mûşekên Storm Shadow mûşekekî bihêz a hevbeş ji aliyê Brîtanya, Fransa û Îtalyayê ve hatiye çêkirin û yek ton û 300 kîlo ye û 5 metre û 10 santîm jî dirêj e.