BasNews – Li parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê 15 kesên din bi Koronayê mirin û zêdetirî 1000 kesên din jî pê ketin.
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hejmara pêketî û miriyên Koronayê roj bi roj zêde dibe.
Li gorî amarên fermî, duhî li Ormiyê 15 kes bi Koronayê mirin û 1008 kes jî bi Koronayê ketin.
Bi giştî heta niha li Ormiyê zêdetirî 128 hezar kes bi Koronayê ketine ku beşek ji wan baş bûne û zêdetirî 3800 kes jî mirine.