Li Efrînê herî kêm 2 serbazên Tirkiyê hatin kuştin Li Efrînê herî kêm 2 serbazên Tirkiyê hatin kuştin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Efrînê herî kêm 2 serbazên Tirkiyê hatin kuştin

BasNews - Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand, du serbazên wan li Efrînê û di şerê YPGê de hatin kuştin.

Duhî li devera Efrîn ya Rojavayê Kurdistanê şerekî giran di navbera çekdarên Tirkiyê û şervanên YPGê de derket.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê diyar kiriye, di wî şerî de 2 serbazên wan hatine kuştin û 3 şervanên YPGê jî canê xwe ji dest dane.

Li gor heman wezaretê, piştî êrişê artêşa Tirkiyê dest bi topbarankirina cih û pêgehên YPGê kiriye. Derbarê mijarê de YPGê ti daxuyaniyek nedaye.

Çavkaniyên nêzîkî YPGê jî dane zanîn, artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve, nahiya Şêrawa ya Efrînê û herêma Şehba li bakûrê bajarê Helebê bi giranî topbaran kirin.