Herman Xalîd
BasNews – Gereke din a guftûgoyên stratejîk ên Amerîka û Iraqê bi rêya video konferansê ve destpê dike.
Wezîrê derve yê Amerîkayê Antony Blinken di tora xwe ya civakî twitterê de ragehand, îro 07.04.2021ê guftûgoyên stratejîk ên Iraq – Amerîkayê destpê dike.
Antony Blinken ragehand, di gera guftûgoya stratejîk de li gel wezîrê derve yê Iraqê Fuad Husên gotûbêja peyvendiyên stratejîk ên Amerîka û Iraqê dê bikin.
Li gor zanyariyên çapemeniyê Antony Blinken û Fuad Husên guftûgo dê derbarê asayîş û tekoşîna hember teror, aborî û wuze, pirsên siyasî, hewkariyên Washington û Bexdayê yên derbarê fêrkirin û rewşenbîriyê de bikin.
Endamê lijneya asayîş û berevaniyê li Parlamentoya Iraqê Gati Rikabî jî ragehand, ew guftûgoya sêyem a guftûgoya stratejîk e, ku di kêmî salekî de birêve diçe û pirsên nû li xwe nagre, berdewamiya guftûgoyên berê ye.
Gati Rikabî amaje bi wê yekê jî kir ku armanca guftûgoyan bicîhanîna biryara parlamentoya Iraqê ye bo derketina hêzên Amerîkayê ya ji Iraqê ye.