Rukiye Mistefa
BasNews – Li eyaleta Teksas a Amerîkayê 2 birayan planek pir bi tirs ve ji malbata xwe 4 kes kuştin û piştre jî xwe kuştin.
Li bajarê Dallasê polîs di malekî de cenazeyê 6 kesan dît û ragehand ku her şeş kes jî ji yek malbatê ne.
Polîs nasnameya qurbanan aşkera nekir, lê ragehand di nav qurbanan de 2 kes bira, xwîşka wan, bav û dayîk û dapîra wan e.
Li gor daxuyaniya polîs herdu birayan di nav xwe de plan çêkirine û 4 endamên malbatê destpêkê kuştine û piştre jî xwe kuştine.
Ji herdu birayan yek ji wan li ser tora civakî behsa kuştina malbat û plana xwekuştinê vegotiye.
Polîs ragehand ku nav qurbanan de kesê herî ciwan 19 salî bûye.