Rukiye Mistefa
BasNews – Li eyaleta Îmo ya li başûrê Nîjeryayê kesên çekdar êrîşî girtîgehê kirin û bi sedan girtî reviyan.
Li gor çapemeniya netewî ya Nîjeryayê kesên ku nasnameya wan ne diyar li paytexta eyaleta Îmo Owerrî êrîşî girtîgehekî kirin û bi sedan girtî ji girtîgehê reviyan.
Di êrîşê de girtîgeh hate şewitandin û gelek wesayît jî şewitîn. Li başûrê Nîjeryayê gelê herêmî yê cudaxwaz Biafra (IPOB) car caran êrîşên wisa pêktîne.
Li herêma başûr roja 29ê Adarê operasyonek li hember IBOP pêkhat û 16 kes bi çek û bombeyan ve hatibûn girtin.
Gelê Biafra li başûrê Nîjeryayê bi daxwaza ava kirina dewleta Biafra sala 1967ê serî rakiribû û di wî şerê navxweyî de bi milyonan kesan canê xwe ji dest dabûn.
Sala 1967ê li başûrê rojhilatê Nîjeryayê Komara Biafra hatibû ava kirin, piştî şerê bi xwîn careke din ew herêm ketibû bin kontrola Nîjeryayê.
Rêxistina IPOB ku dixwaze dewleteke serbixwe ava bike, ji aliyê Nîjeryayê ve wek rêxistina terorîst tê pênase kirin.