BasNews – Endamekî fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê bersiva parlamenterekî berê yê YNKê da û aşkera kir ‘’Lahor Cengî kesê herî dawiyê ye hesab bo bê kirin’’ û daxwaz jê dike ku destpêkê bila ‘’Pîsatiya Lahor hiştiye paqij bikin.’’
Parlamenterê berê yê YNKê Zana Ebdulrehman ku demeke bûye parazvanê Lahor Cengî û ji bo wî beşdarî dahata Lahor a dizî û qaçaxçîtî û xiyanet bike, bi dilê wî nîv serokî diaxive û di nivîsa xwe ya dawiyê de jî ewqas pesnên Lahor Cengî daye û bangeşe kiriye ku bi fişara Lahor Cengî ve yasaya budceya Iraqê hatiye pejirandin.
Endamê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê Seîd Herkî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Lahor Cengî kesê dawiyê ye ku hesab bo bê kirin, bila destpêkê Zana û yên din ên wek wî pîsatiya hevserokan a dizî, xiyanet û ax firotinê paqij bikin, piştre bila li ser xelkê bibin şêr.’’
Herwaha diyar kir ew kesê ku axa xwe radestî dijmin bike, terorîstan bide eşîrên şovenîst, xelkê lê qewimî û bê tewan bigre û bide welatan, rojnamevanan bi mal û zarok ve bikuje, nav li xwe bike hevserok û mijûlî hejmar û pêgehên sexte be, ma layîqe hesab jê re bê kirin?
Herwaha teqez kir, Lahor Cengî bi reftarên xwe rewşek amade kiriye ku ‘’Xwedê xwedê hema partiyek bila li deriyê wî bide û silavekî bide wî. Êdî ev gotin û tirşikçîtî çiye çend kesek bo wî dikin, ew nabe kesekî mezin.’’