Herman Xalîd
BasNews – Şîrketên dewleta Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî dê bi nirxê 3 milyar dolaran hilberînê dê li Iraqê bikin.
Ofîsa Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di beyanameyekî de ragehand, Kazimî di serdana xwe ya Îmaratê de li gel cîgirê serok û serokwezîrê Mîrgehên Îmaratê û Hakimê Dubayî Mihemed Bin Raşid El Mektum û Kurmîrê welîahdê Îmarata Ebu Dabî Şêx Mihemed Bin Zayd El Nehyan civiya ye.
Roja 04.04.2021ê Mistefa Kazimi bi serokatiya şandeyekî bilind a hikûmeta Iraqê ve serdaneke fermî bo Îmaratê kir.
Kazimî spasiya dewleta Îmaratê û şêx Xelîfe Bin Zayd El Nehyan ê serokê wî welatî kir ji ber piştevaniyên wî yên ji bo Iraqê.
Di beyanameyê de hat ragehandin ku Kazimî û berpirsên bilind ên Îmaratê li ser pêşxistina peyvendiyên bazirganî û aborî yên Bexda û Ebu Dabî û damezrandina encûmena kar a Iraq-Îmaratê rêkeftine.
Li gor ofîsa serokwezîrê Iraqê ragehandiye, berpirsên bilind ên Îmaratê soza hilberînê ya bi nirxê 3 milyar dolaran li Iraqê dane.