BasNews – Li gel heqareta endameke fraksiyona YNKê yê ser bi taxima xwefroş a 16ê cotmehê ya jinan re, çapemeniya Lahor Cengî jî heqaret bi Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq dike.
Duh 31.03.2021ê di civîna Parlamentoya Kurdistanê Hawrê Mela Star ê ser taxima Lahor Cengî heqaret bi jinan kir, ji ber wê jî ji aliyê piraniya jinên Kurdistanê ve û jinên nav YNKê ve bi tundî rexne lê hatin kirin. Vê yekê bertek di çapemeniya fermî ya YNKê de û piraniya çapemeniya Kurdistanê de li dû xwe anîn. Lê çapemeniya Lahor Cengî bi belav kirina daxuyaniyekî ve û bahane girtinan ji bo wê heqaretê piştevaniya xwe ji wî parlamenterî re diyar kir.
Çend demjimêr piştî wê bûyerê çapemenî û pêgehên berevajîker ên ser bi Lahor Cengî ketin êrîşa dij seroka Parlamentoya Kurdistanê Dr. Rêwaz Fayeq û heqaret lê kirin.
Di wê çarçoveyê de hin tişt li ser Rêwaz Fayeq belav kirin ku xwedê girawî ew kesekî lewaze û gelek tometan ve ew pênase kirin.
Êrîşên dijî jinan ji aliyê Lahor Cengî û parlamenterê ser bi wî ve li gel xelkê ne tiştekî veşartiye û parlamentera dema borî ya Parlamentoya Kurdistanê ya fraksiyona YNKê Perwîn Ebdulrehman ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ew gotinên Hawrê Mela Star kirin, berpirsyartî û agahiya li ser wî çemk û tegeheştinê ye ku nav YNKê de piştevanî lê tê kirin.’’