BasNews – Li gor zanyariyên çapemeniyê îro 26.03.2021ê li Misirê du trenan li hevdan û di encamê de 32 kesan jiyana xwe ji dest dan, 66 kes jî birîndar bûn.
Li peravên Çemê Nîl li bajarê Sohac a Misirê du trenan li hevdan û li gor zanyariyên destpêkê 32 kes mirin û 66 kes jî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya rayedarên Misirê bûyer li bajarê Sohacê ji ber du trenan li hev daye pêkatiye û di bûyerê 3 vagon ji rê derketine û 32 kesan jiyana xwe ji dest dane û 66 kes jî birîndar bûne.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn destpê kir.