Îbrahîm GUÇLU
Beriya demekê di derbarê HDPê de li Dadgeha Makezagonê doz vebû. Darizandin û girtina HDPê ji aliyê Serokdozgerê Dadgeha Bilind (Yargitay) ve ji Dadgeha Makezagonê hat daxwaz kirin. Di derbarê doznameyê de nûha ji aliyê raportorê Dadgeha Makezagonê rapor tê amade kirin. Pişt re Dadgeha Makezagonê an doznameyê re bibêje erê, an jî ji doznameyê re bibêje na.
Doza HDPê tê şirovekirin û minaqeşe kirin. Hîç şik tune ye ku ez jî çend di çend platforman (di telewîzyonê û medyaya civakî) de beşdarî vê minaqeşeyê bûm. Ez di nivîsa xwe ya ev hefteyî de jî vê mijarê analîz dikim.
Armanc parastina berjewendiya Neteweya Kurd û Mafên Kurd nîne...
Ez analîza xwe bi çend pirsên ku bersîvên wan jî di nav de dest pê dikim.
1-Wek tê zanîn Hikûmeta AK Partiyê ji bona ku qedexekirin û girtina partiyên siyasî zehmet bibe, di qanûnê de xwest ku guhertin çêbike. Heger guhertin bihata qebûl kirin diyar e ku ji aliyê Dadgeha Makezagonê de girêdayî vê qanûnê girtina HDPê jî dê zehmet bibûya.
Partiya PKKê û CHPê li dijî vê guhertinê derketin. Gelo çima?
Wê demê mirov dikare bibêje ku HDPê bi destê xwe qedera xwe tespît kir, derfet çêkir ku di derbarê wê de jî doz vebe.Ji vê yekê jî kêfxweş e.
2- Wek tê zanîn di derbarê 4 partiyên Kurdistanê de ji bona navê wan “Kurdistan” e û bernameyên wan kurd in, di Dadgeha Makezagonê de doza girtinê heye.
Gelo HDP di derbarê van dozan de çi helwest nîşan da? Di Meclîsê de rojekê ev pirsa anî ser zimên an na?
HDP, tu wext dozên Partiyên Kurdistanê ji bona xwe nekir pirsek. Li ser ranewestiya. Nûha jî dibêje ku divê partiya min nê girtin. Eleqeya vê helwestê bi demokrasî û kurdbûnê re tune ye.
3- CHP û İyi Partî jî li dijî Doza Girtina 4 Partiyên Kurdistanê derneketin. Ew partiyên Kurdistanê bes bi riya siyasî dixwazin neteweya kurd mafên xwe yên milî qezenç bike û Kurdistan azad bibe.
Partiyên pişt re ava bûn jî di derbarê Doza Girtina 4 Partiyên Kurdistanê de tiştek negotin. Li dijî doza girtina 4 partiyan derneketin.
Gelo çima?
Lê ev partiyan li dijî doza girtina HDPê ne. Ew jî dizanin û îfade dikin ku li pişt HDPê, PKKê heye.
Gelo çima li dijî girtina HDPê ne?
Ew rastiya derdixe holê ku dijîbûna wan ji bona kurdan, demokrasî, maf û azadiyên însanî nîne; ji bona dengên HDPê, bes li hemberî Hikûmet û R.T. Erdogan ji bona mixalefeta xwe xurt bikin, xwediyê vê helwestê ne.
4- Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê (YE) li dijî Doza Girtina HDPê derdikeve. Ew jî dizanin ku HDPê partiya PKK ye. Ew jî dibêjin ku PKKê terorîst e.
Gelo ev dijitiya wan jî ji bona demokrasî, mafên kurdan e? Gelo heger ew mafên kurdan diparêzin, çima li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê derketin? Di îşgala Kerkukê de bêdeng man?
Gelek aşkere ye ku Emerîka û YEyê jî ji bona ku plan û bernameyên xwe bimeşînin, berjewendiya xwe, li dijî girtina HDPê derdikevin.
Ji bona vê yekê mînaka din jî ew e, di derbarê girtina 4 partiyên Kurdistanê de Emerîka û YE nêrînek diyar nekirin. Emerîka û YE baş dizane ku ew 4 partiyên Kurdistanê bi rêbazeke siyasî dixwazin ku Kurdistan azad bibe û kurd mafên xwe yên milî qezenç bikin. Li Pişt van jî hêzekî çekdar tune ye.
Di encamê de dikarim bibêjim ku her kes û her hêz û her dewlet ji bona demokrasî û mafên Kurdan ne, ji bona berjewendiya xwe li dijî girtina HDPê ne.
HDPê di derbarê dozê kêfxweş e. Lewra ji bona wan bandor û nifûza PKKê firehkirin girîng e. Ew jî dimeşe.
5-PKK/PYD (Partiya HDPê) li Rojavayê Kurdistanê desthilatdariyeke wekaletê meşand û dimeşîne. Li Rojavayê Kurdistanê îzin neda partiyên Kurdistanê ku ew partiyan bi azadî xebatên xwe yê siyasî û rêxistinî bimeşînin. Berpirsiyar û endamên partiyan hepis kirin, êşkence kirin û kûştin.
Gelo ev ji bona HDPê çi dersê derdixe holê?
6- ENKSê daxwaz dike ku pêşmergeyên wan (Pêşmergeyên Roj) bên li Rojavayê Kurdistanê welatê xwe biparêzin. PKK/PYD di xebata yekîtiyê de qebûl nake ku pêşmergeyên ENKSê bên li Rojavayê Kurdistanê bi cî bibin. Dibêjin ku li Rojavayê Kurdistanê du hêzên çekdar (pêşmerge û gerîlla) nabin. Divê pêşmergeyên ENKSê Roj, di nav gerîllayên wan de bihelin. Pêşmergeyên Roj ne ereb in, kurd in.
Gelo ev yeka ji bona HDP çi ders derdixê holê?
HDPê gor qanûnên dewleta tirk ava bû, gor wan qanûnan dê bê darizandin û HDPeyî bûn mebûs gor wê jî tevegerandin ji wan tê xwestin...
HDPê gor qanûnê Dewleta Tirk ava bû. Helbet xwediyê maf e ku guhertina qanûnan bixwaze. Lê divê bizane ku dema ku guhertina qanûnên daxwaz kir, li dijî qanûnên heyî nikare tevbigere. HDPê li dijî qanûnan tevgeriya, bû hevala PKKê, PKKê jî ji aliyê dewleta Tirk de terorîst qebûl dibe, divê HDPê baş bizane di derbarê wan de doz vedibe. Di encamê de jî doz vebû. Loma jî HDP divê negirî.
Mebûsên HDPê jî gor qanûnên Dewleta Tirk hatin hilbijartin. Ew jî tê wê wateyê ku dema ew hatin hilbijartin, qanûnên Dewleta Tirk meşrû qebûl kirin. Hîç şik tune ye ku ew û partiya wan dikarin ji bona guhertinên qanûna daxwazkar bin. Lê mecbûr in ku gor qanûnên heyî tevbigerin. Heger qanûn jî ixlal kirin di derbarê wan de jî doz vedibe. Îmtîyazê wan ya mebûsî jî ji holê radibe.
HDP, ti dem ne dibe kurd û ne jî dibe Tirkiyevî...
HDP ciyê xwe tespît kiriye. Dibêje û bi her xebat û helwesta xwe diyar dike ku partiyeke xweser û otonom nîne. PKKê re girêdayî ye. Gorî biryar û bernameya PKKê tevdigere. Bername û rêbaza (destûr) wê xwediyê tu wateyekê nîne. Bi her awayî şiklî ye. Bes şertên qanûnî pêk anîne.
HDPê gelek aşkere dibêje ku ez partiyeke Kurd nînim. Partiyeke Kurd û Kurdistanê, kevneperestî ye. Loma jî kurdên li bendê ne ku HDPê bibe partiyeke Kurd û kurdî, tiştekî bêwate diparêzine. Divê kurd hêviya xwe ji HDPê bibirin. HDPê tu demê nabe partiyeke kurd û kurdî.
Her çiqas HDPê dibêje ku ez partiyeke Tirkiyevî me û partiyên gelên Tirkiyeyê me, ew jî ne rast e. Ji aliyê din de gelek Tirk û dezgehên Tirkan jî dibêjin ku divê HDPê bibe partiyeke Tirkiyevî be. Ew jı ne rast e.
HDPê di encamê de partiya PKKê ye. Divê xizmetî bandor û desthilatdariya PKKê bike. Her tiştekî HDPê yê PKKê ye. Mebûs jî yên gel nînin û gel jî temsîl nakin. Mebûsên PKKê ne û PKKê temsîl dikin.
Girtina HDPê ne çare ye. Çare: Çareseriya pirsa Neteweya Kurd e...
Gor qanûnên Dewleta Tirk girtina HDPê jî ne çare ye. HDPê hat girtin, li ciyê wê partiyeke din ava dibe. Ceribandina siyasî ya 30 salên dawî jî vê yekê diyar dikin.
Loma di vê merheleyê de jî girtina HDPê çareke palyatîf e.
Lê ji aliyê civakî û sosyolojîk de baş tê zanîn ku PKK/HDPê mijar û pirsgirêka neteweya Kurd bi kar tîne.
PKKê bi xwe xizmetî dewletên kolonyalîst û emparyalîst dike; taşerona Dewleta İranê, Sûriyeyê, Iranê, Tirk e. Lê xwe dixwaze bi doza neteweya kurd bişo.
Loma divê beriya girtina HDPê Dewleta Tirk, vê rastiyê bibînin. Hîç şik tune ye ku divê Kurd jî vê yekê bibînin.
Em kurd, ji bona ku PKK/HDP zirar nede neteweya kurd, Doza Kurd û Kurdistanê, divê em Kurd ji bona xwe, rê û rêbazeke sosyolojîk û xurt peyda bikin. Li hemberî PKKê helwesteke vekirî û zelal diyar bikin.
Ji aliyê din de jî baş tê zanîn û rastiya dîrokî û dîroka Dewleta Tirk jî diyar dike, pirsa neteweya Kurd pirsa dewletê ye. Dema ku Kemalîstan dewlet ava kirin, neteweya kurd tune hat qebûl kirin. Loma jî ji bona ku Kurdan bikin Tirk, gelek stratejî meşandin. Stratejiya wan ya mezin a dawî avakirina PKKê bû li hemberî Tevgera Kurdistanê û neteweya kurd, ku tunekirina kurdan bi stratejiyeke nû û bi destê kurdan ji hûndir ve bidomîne.
Loma ji bona ku pirsa PKKê bi her awayî çareser bibe, PKKê ji aliyê civakî de marîjînal bibe, divê Dewleta Tirk pirsgirêke xwe ya tarîhî û gelek mezin pirsa Neteweya Kurd çareser bike. Pêvajoya tunekirina neteweya kurd dawî bîne. Mafên kurdan yên neteweyî nas bike û teslîmî neteweya kurd bike.
Dewlet xwe biguherîne, dewlet bibe dewleta Kurdan û Tirkan û kêmneneteweyên din ya hevbeş federal.
Wê demê terora PKKê diqede.
Baş tê zanîn ku PKKê zirarê zêdetir dide kurdan. Dewlet bi her awayî zora PKKê dibe. Kurd di bin zehmetî û kûştina PKKê de ne.
Di encamê dibêjim ku an Şerê Koranî dê dom bike, an jî Pirsa Neteweya Kurd dê çareser bibe.
Diyarbekîr, 26. 03. 2021