Platformên medyaya civakî ji bo fêrkirina kurdî bûn qadeke alternatîf Platformên medyaya civakî ji bo fêrkirina kurdî bûn qadeke alternatîf
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Platformên medyaya civakî ji bo fêrkirina kurdî bûn qadeke alternatîf

Nûçeya Taybet- Gönül Gün

BasNews- Seranserê cîhanê niha ji serdema dîgîtal re derbas dibin. Li gel vê yekê di jiyana me de platformên medyaya civakî jî ciheke girîng girtine û ev platformana weke medyaya alternatîf jî tên qebûlkirin. Çawa ku li van platformên medyayê gelek cure xebat hene û weşan tên kirin li ser kurdî û fêrkirina kurdî jî xebatên cihêreng tên kirin.  Hin kesên dildarên zimanê kurdî li platformên medyaya civakî cihên weke; YouTube, Facebook, Instagram û Zoomê hwd, zimanê kurdî jî fêr dikin. Bi taybet jî piştê pandemî û karantînayê him daxwaza fêrbûna kurdî û him jî xebatên fêrkirina kurdî zêdetir bûn. Meriv dikare bibêje her diçe gelek kurd yan wek mamoste û yan jî wek xwendekar di vê qadê cihê xwe girtine. Mutlu Can, Bawer Agirî, Muhemed Keleş û Jan Biyan ji wan kesên dildarê kurdî ne ku di platformên medyaya civakî de mamostetiya kurdî (kirdkî- kurmancî) dikin û zanîna xwe digihênin kurd û biyaniyan. Me bi van mamosteyên kurd re li ser xebatên wan yên kurdî xeberda.   

Mutlu Can: Em bi armanca rûpeleke rêk û pêk û emrdirêj ava bikin me dest bi vê xebatê kir

Mutlu Can ji navçeya Gimgima Mûşê ye û demek dirêje ku li ser zaravaya kurdî ya kirdkî dixebite û li ser pirsa me wiha qala xwe dike,” Min di sala 2013an de beşa Edebiyat û Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Artukluya Mêrdînê dest bi perwerdeya kirdkî/zazakî kir. Sala pêşî dest bi Lîsansa Bilind ya bêtez kir û xilas kir û piştre dest bi Lîsansa Bilind ya bitez kir. Mijara teza min ya Lîsansa Bilind a bitez li ser bîbliyografyaya kirdkî bû û ev xebat ji aliyê YÖKê (Saziya Hindekarî ya Bilind) ve hat pesendkirin. Ev xebata akademîk wek pirtûk ji weşanxaneya Vateyê çap bû. Li Navenda Perwerdeya Dûr ya Zanîngeha Artukluya Mêrdînê, bi qasî du serdeman (bi awayê dûr) qûrsa kirdkî da. Her wiha heta niha tecrûbeyên min li ser çapameniyê çêbûne. Di beşa kirdkî ya Jiyan Tvyê de wek edîtor û dîsa di beşa kirdkî ya rojnameya BasNewsê de wek edîtor û rojnameger xebitim. Wekî din di kovarên cuda yên kurdî de, nivîs û xebatên min hatine weşandin. Xebatên min yên şexsî li ser kirdkî berdewam dikin.”

Can, li ser navê xwe kaneleke YouTubê jî vekiriye û xebatên xwe yên li ser ziman û edebiyatê li wir diweşîne û ew bersiva pirsa' “Hûn ji kengî ve kurdî (kirdkî/zazakî) fêr dikin?'  wiha dide, "Di çarçoveya xebata rûpela KESAyê de bersiva vê pirsê wiha dikarim bidim. Min xwe di warî çandî de berpirsiyar hîs kir lewma jî rûpela KESAyê weke xebateke şexsî di 17 Nîsana 2020an de vekir. Li rûpela KESAyê ji bilî yekşemê her roj agahiyên pêwîst tên parvekirin. Ji ber sedemên mecbûrî bi qasî 20-25 rojan rûpela KESAyê ne çalak bû. Wekî din dibe ku bê meraq kirin çima navê KESA hatiye bijartin. Bi kurtî dikarim bibêjim weke ku ji logoyê jî diyar e KESA bi kirdkî/zazakî tê wateya kûsî yê. Weke ku tê zanîn kûsî ajaleke giran û hêdî dimeşe lê ji xwe bawer e û bi sixlam bi rêve diçe. Em jî vê ferasatê ji bo xebata xwe girîng dibînin lewma me navê KESAyê bijart. Helbet em bi armanca rûpeleke rêk û pêk û emrdirêj ava bikin me dest bi vê xebatê kir. Bi vê minasebetê pêwîst e were bîra me ku kûsî ajalekî emrdirêj e.”

Araştırmacı - Gazeteci Mutlu CanMutlu Can- Mamosteyê kurdî (kirdkî)

"Derfetên platformên medyaya civakî ji bo kurdî dikarin baş bên bikaranîn"

Can balê dikêşe li ser rol û girîngiya medyaya civakî û wiha amaje dike, “Medyaya civakî di dema me ya niha de, roleke xwe ye ber bi çav heye. Bi taybet jî piştê pêvajoya pandemiyê di serî mijara ders dayînê de û di gelek kar û çalakiyên din de, platformên medyaya civakî zêde hat bikaranîn. Ji ber ku herkes û ji her derê dikare xwe bigêhene platformên medyayê lewma jî bêhtir tên tercîhkirin. Her wisa ev platformên medyaya civakî, ji bo zimanê kurdî (kirdkî/kurmancî) yên ku ji aliyê derfetên perwerde û weşanê de xwedî rewşeke dezavantajê de ne dikarin baş bên bikaranîn. Bi vî ramanê ve min hizir kir ku çima rûpeleke ji bo kirdkî avanekim yan jî ji wan rûpelên kirdkî yên heyî yek jî zêde nebe, min dest bi vê xebatê kir. KESA taybet li ser fêrkirina peyvan hat avakirin. Lê cudahiya vê rûpelê ew e ku yek jî armanca vê xebatê hin mijarên rêzimanî û bikaranîna peyvan bi riya dayîna mînakan, mijarê baştir bidin fêrkirin. Wekî din, her çendî bi awayê amator be jî bi qasî ji destê min tê ez vê xebatê bi riya wêneyên bi kalîte ve dikim.”

Wekî din mamosteyê kurd Can balê dikêşe li ser girîngiya xebatên zimanî yên onlineyê û eleqeya kurdan wiha pê de diçe,” Li gorî dîtina min, eleqeya kurdan ji bo fêrkirina kurdî li onlineyê di asteke maqûl de ye. Helbet, ji bo van xebatan çi qas eleqe û daxwaz hebe ev yek van xebatan zêdetir dê bide naskirin û li ser fêrbûna kurdan ya kurdî jî bandoreke erenî wê bike. Lewma jî pêwîst e ev qad- xebat bên teşwîqkirin. Li gel vê yeke berpirsiyariya vê rewşê li ser alîyên siyaset, edebiyat, bazirganî, sinema û çapemeniyê ye. Xaleke girîng jî ew e ku, weke rewşa di dersen rûbirû de, li vir jî ji bo zarokan têra xebat ne berbiçav in. Di vê mijarê de jî helbet divê dê û bav bala zarokên xwe bidin ser ziman û wan motive bikin.”

Can: Karantîna li ser xebatên fêrkirina kurdî bandoreke êrenî çêkir

Mamosteyê kurd qala bandora pandemî û karantînayê li ser xebatên ziman dike û wisa pê de diçe, “Pandemî û karantîna li ser fêrkirina zimanê kurdî li platformên medyaya civakê him ji aliyê amadekirina van xebatan û him jî ji aliyê eleqeyê ve bandoreke gelek zêde çêkir. Wisa difikirim ne tenê niha û wê ji vir şunde jî perwerdeya dûr ya berbelav wê qîmeta xwe ji dest nede.  Perwerde û dersên bi awayê dûr, miletên di mijara derfetên fêrbûna zimanê xwe û dîsa  derfetên weşangeriyê de, di şert û mercên ne tam û baş de ne yên mîna kurdan dersên li platformên medyaya civakî ji bo wan nîmetek e. Her wisa dema meriv derfetên qanûnî, madî û fîzîkî jî difikire ev platformana bêhtir girîngtir dibin. Divê ev platformên medyayê, him ji bo zêdetir kurdî bê fêrkirin û him jî ji bo ku zimanê standart (zimanê nivîskî) ya kurdî (kirdkî/kurmancî) bêhtir berbelav bibe bê bikaranîn.”

Mutlu Can herî dawî ji bo xwînerên kurd balê kişand li ser xalên girîng û wiha diyarkir, ” Bêguman xebatên li ser çand û ziman divê bêhtir bên kirin. Helbet bêyî xema meriv navê xwe derxe pêş, xebatên hêja bike. Ev xebatana ji aliyê kesên şarazayê vê mijarê û dîsa xebatên rêk û pêk pêwîst e bên kirin.  Li gel vê yekê di platformên medyaya civakî de, di serî de fêrkirina zimanê kurdî û xebatên li ser çand û zimanê kurdî zehftir bên kirin. Hêvî dikim, xebatên bi vî rengî eleqeyên baş bibîne û kesên wan xebatan dikin jî di vê çarçoveyê de nêzikê hev bin.”

Bawer Agirî: Sala 2020an ji bo min bi fêrkirina kurdî re derbas bû

Bawer Agirî jî yek ji wan kesan e ku di platforma medyaya civakî de kurdî fêrdike û kanela bi navê ‘Hîngeha Kurdî’ ya YouTubê vekiriye.  Agirî jî bersiva pirsa me ya ‘Em dixwazin ewilî we nas bikin. Dikarin hinek behsa xwe bikin? ‘wiha dide,” Ez di sala 1984an da li bajarê Agirîyê, navçeya Avkevirê, gundê Geldûşê hatim dinyayê. Min li gund dest bi dibistanê kir û dibistana seretayî li wir qedand. Piştî qedandina dibistanê ji bo xebatê çûm Stenbolê. Li wir hem dixebitim hem jî min dibistana navîn xilas kir. Dû ra dest bi ya amadehî kir. Min di sala 2012an da dest bi nivîsandina helbestan kir û di sala 2016an da pirtûkeke helbestan ya bi navê ''êş'' ji weşanên ''na''yê der çû.Di wê salê da Nizametîn Ariç helbesta min ya bi navê ''êş'' hem kir stran hem jî kir navê albûma xwe. Ez di sala 2014an da çûm kursên zimanê kurdî yên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê. Pişt ra min bi awayekî serkeftî di sala 2019an da bawernameya xwe ya mamostetîyê girt. Min par li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê mamostetî kir û ji wê demê heta niha bi awayekî onlîne dersên taybet didim. A niha di YouTubeyê da di kanala Hîngeha kurdî da vîdyoyên dersên kurdî çêdikim. Heta niha gelek nivîs û helbestên min di gelek malper û rojnameyan da hatine belavkirin."

Mamosteyê zimanê kurdî Bawer Agirî wiha diyar dike ku çawa dest bi xebatên xwe yên kurdî kiriye dike, “Dibe ku hinekî komîk be, lê ez dixwazim bibêjim. Ez di sala 2015an da hê nebûbûm mamoste, min tenê asta duyemîn qedandibû. Min li ser torên civakî dersên kurdî didan. Helbet ev ne bi awayekî profesyonal bû. Min li pirtûkên rêzimanê dinêrîn û her carê bi tevî mînakan nivîs amade dikirin û bi wêneyan di hin malperan da parve dikirin.  Ez wê demê bi taybetî li ser peyvan disekinîm. Ji ber ku der barê rêzimanê da û bi giştî der barê zimanê kurdî da ez ne haydar bûm, min nedikarî ez bi awayekî baş û berfireh xwîner û şopîneran serwext bikim. Di wê demê da pirs pir dihatin kirin û min nedikarî ez bersiveke rast bidim. Ez dîsa vedigerîm ser pirtûkan û min ji wan feyde distan, bi wî awayî min bersiv didan. Dibe ku xwîner bipirsin te ev cesaret ji ku distan? Pêşîyan gotîye ku heke tu dixwazî hîn bibî, hîn bike. Bi rastî jî wisa ye. Dema ku mirov hînî tiştekî dibe û wê hînbûnê bi derdora xwe ra parve bike, ew di hişê mirov da mayînde dibe. Hema bibêje tu carî jê naçe. Avantajeke min a din jî hebû ku min di sala 2012an da dest bi nivîsîna helbestan kir. Yên ku helbestan dinivîsin dizanin. Gava ku mirov helbestan dinivîse, pêdivîya mirov bi peyvan çêdibe. Mirov mecbûr dimîne hînî peyvên nû dibe. Ev yek jî mirov pêş dixe. Helbet nivîsîna helbestan tenê mirov pêş naxe. Xwendina pirtûk, kovar, nivîsar û gotaran, temaşekirina bernameyên kurdî, heta guhdarîkirina stranan jî mirov di warê hînbûna kurdî da pêş dixe. Heke em werin ser mijara min kengê bi awayekî profesyonel dest bi hînkirina kurdî kir (wekî mamosteyekî) ez dikarim bibêjim ku par, berî ku vîrûsa koronayê derkeve, min li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi awayekî rûbirû dersên kurdî didan. Piştî ku korona derket, me dev ji dersên rûbirû berda û em mecbûr man me dest bi dersên online kirin. Wê demê dersên online pir berbelav nebûn. Ji bo gelek kesan û ji bo me jî tiştekî nû bû. Piştî ku dersên online xilas bûn, min lê nêrî ji bo hînbûna kurdî bi taybetî jî wekî online kurd dixwazin hînî zimanê xwe bibin. Min dest pê kir bi komên biçûk dersên taybet dan. Ez dikarim bibêjim ku sala 2020an ji bo min bi hînkirina kurdî derbas bû.”

Youtube'da adım adım Kürtçe öğretiyorBawer Agirî- Mamosteyê kurdî (kurmancî)

"Di çêkirina vîdyoyên dersên kurdî de min xwe berpirsîyar hîs kir"

Wekî din Agirî dibêje gava ku mirov der barê zimanekî din de di YouTubeyê de li tiştekî digere, bi sedan vîdyo derdikevin pêşberî mirov. Vê yekê pir bala wî kişandiye.  Wî ji bo kurdî lê nêrîye, ji bilî çend vîdyoyên amator, tiştek derneketiye pêşberî wî û Agirî wiha berdewam dike, "Qesta min ji amatorîyê ew e ku yên ku vîdyoyên dersên kurdî çêkirine, ne mamoste ne. Wan jî wekî dema min a sala 2015an li gorî zanîna xwe vîdyo çêkirine. Piştî vê yekê min pêwîst dît ku ez vîdyoyên dersên kurdî çêkim. Bi rastî min di vê mijarê da xwe mecbûr û berpirsîyar hîs kir. Loma jî min par di meha adarê da biryar da û min dest pê kir, vîdyoyên dersên kurdî çêkirin û bar kirin Yotubeyê. Min her hefteyê vîdyoyek bar dikir. Ji wê rojê heta niha ez her hefteyê vîdyoyekê çêdikim û bar dikim Youtubeyê. Di vê navberê da tiştekî bala min kişand. Ez di wê bawerîyê da me ku şaxa Youtube-Google ya Tirkîyeyê vîdyoyên min bi zanebûn dernaxin pêş. Yanî naxin nava lîsteya pir tê temaşekirin. Bi rastî ev yek bêhna mirov teng dike. Ez difikirim ku ev yek helwesteke sîyasî ye li dijî zimanê me. Gava ku mirov li vîdyoyeke ji rêzê temaşe dike, herî kêm 50 hezar carî hatîye temaşekirin. Gelo mirov bi taybetî ji bo temaşekirinê dikevin Youtubeyê li wê vîdyoyê digerin? Na. Youtube kîjan vîdyoyê yan jî kîjan kanalê bixwaze, wan derdixe pêş.  Wisa xuya dike ku Yotube-Google jî bi tevî dewletê li dijî kurdî disekinin. Bo nimûne, demek berê Google ADS reklama pirtûka nivîskar Sîdar Jîr ji ber hinceta polîtîkaya reklamên wan bin pê dike û di kategorîya zimanê nayê destekkirin da ye, qebûl nekir. Ev yek bi awayekî zelal nîşan dide ku şaxa Yotube-Google ya Tirkîyeyê xebatên kurdî sansûr dike. Ji bilî Yotube-Google Facebook jî li ser daxwaza dewleta tirk astengîyan derdixe. Par Facebookê sê rûpelên  me girtin. Me di wan rûpelan da bi tenê vîdyo yan jî nivîsarên der barê zimanî da parve dikirin.”

Niha li platformên medyaya civakî kurdî tê fêrkirin û mamoste û xwendekar li vê qadê cihê xwe girtine. Agirî, eleqeya raya giştî ya kurd ji bo xebatên zimanê kurdî yên online yên fêr dikin wiha rave dike, “Bi rastî hêja ye ku mirov bibêje. Raya giştî ya kurd ji bo vê mijarê baş e. Ew dibin alîkar ku xebatên online di nava gel da bên zanîn. Lê kêmahîyeke wiha jî heye. Heta ku sazîyên zimanê kurdî yan jî mamoste gazinan nekin û nekin qîrîn û hawar, medya dengê wan nabihîze. Ev cara yekem e ku we jiberxwe derfet da ku em xebatên zimanî ji raya giştî ra bibêjin. Bi min divê çapemenîya kurd jiberxwe erkekê hilde ser milên xwe û her hefteyê der barê xebatên zimanê kurdî da nûçeyan amade bike. Heke ev yek bi sîstematîk were kirin, bala kurdan dê zêdetir biçe ser kurdî. Ev yek dê bibe sebeb ku zêdetir kurd hînî xwendin û nivîsîna kurdî bibin. Herweha ew ê bibe sebeb ku zimanê me zûtir pêş bikeve.”

Mamosteyê kurd: Karantîna ji bo ku kurd fêrî zimanê xwe bibin derfeteke baş bû

'Weke ku tê zanîn ji ber pandemiyê qonaxa karantînayê dest pê kir û hê jî ev qonax bi awayekî didome. Ji ber vê rewşê dersdayîn û kar kirin piranî li onlineyê tê kirin. Gelo bi dîtîna we karantîna bandoreke çawa li ser xebatên fêrkirina kurdî yên onlineyê kirin?' Mamoste Agirî wisa bersiva me dide, “Alîyê karantînayê yê baş ew e ku mirov ji ber vîrûsa koronayê di mala xwe da dimînin. Dema ku mirov di mal da be, ji bo hînbûn û lêkolînan dema mirov zêde çêdibe. Gava ku dem çêdibe, mirov difikirin ka ew ê di wê demê da çi bikin. Wekî tê zanîn em di dema ragîhandina hêsan da dijîn. Ragîhadina hêsan ew e ku mirov bi rêya teknolojîyê karê xwe sivik û hêsan dike. Mînak, mirov serê sibê rabe bi erebeyekê biçe dibistanê cuda ye, mirov di mala xwe da rûnê bi rêya înternetê bê ku zêde zehmetîyê bikêşe û xwestekên xwe pêk bîne cuda ye. A kurdan ev yek ferq kir û dema xwe ya vala ji xwe ra kir fersend, fikirî û got, ya herî baş ez hînî zimanê xwe bibim. Bi kurtahî mirov dikare bibêje ku karantîna, ji bo dema kurdan çêbe û ew hînî zimanê xwe bibin, baş bû. Helbet alîyên wê yên nebaş jî hene. Ew jî bi serê xwe mijareke din e.”

Mamosteyê kurdî Bawer Agirî wiha dawî li axaftina xwe tîne, “Wekî encam her wekî pêşîyan gotîye, heke tu dixwazî hîn bibî, hîn bike. Yên ku dixwazin xwe di warê zimanî da pêş bixin û kesên din teşwîqî zimanî bikin, dikarin vê metodê ji xwe ra esas bigirin. Di demên pêş da dersên online dê zêdetir bibin. Vîdyoyên der barê kurdî da dê pirtir bibin. Rêbazên zûhînkirina kurdî dê pêş bikevin. Derfet û daxwaz dê zêdetir bibin. Her ku diçe çapemenîya kurd di mijara kurdî da baştir dibe. Her çi qas hin platformên wekî Facebook, Youtube-Google astengîyan ji bo kurdî derdixin, lê ew ê nekarin bi temamî asteng bibin. Ji ber ku hin malper û platformên cuda alternatîfa wan in. Bi gotina dawî, heke her kurdek xwe berpirsîyarê geşedana kurdî bihesibîne, tu hêz dê nekare li pêşîya me bisekine.”

Muhemed Keleş: Hokirina kurdî bi awayekî dizî, di nav xort û keçên kurd de bû

Mamosteyê zimanê kurdî yê din jî Muhemed Keleş e û li ser pirsa me wiha qala xwe dike, “Ez ji gundewarê bajarê Amûdê, ji rojavayê Kurdistanê me, gundê Zobehîyê dikeve başûrê bajarê Amûdê. Min li Sûrîyê beşa ziman û wêjeya erebî, li zanîngeha Tişrînê xwendîye. Niha ez di Radyoya Artayê wekî edîtorê beşa kurdî kar dikim, hem jî mamostetîya zimanê kurdî li Almanyayê dikim. Ev bûye nêzî duwazdeh salan ez hogirî ziman, wêje û çanda kurdî bûme. Çend berhem jî ji bo zarokan amede kirine û hatine çapkirin; Ferhenga Wênedar ji bo zarokan, bi her du alfabeyên kurdî, hem ya latînî, hem jî ya aramî(erebî) û pirtûka “Ajelên Min”. Hin pirtûkên min ji bo zarokan li ber çapkirinê ne, mîna; pirtûka “Heyvanê Seretayî Ji Bo Fêrbûna Zimanê Kurdî”, “Kartên Fêrbûn”ê û çîroka “Komika Sêwîyan û Zarokên Gundîyan.”

Kurdê rojavayê Kurdistanê û mamosteyê kurdî Keleş kanela bi navê ‘Keleş Kurdî’ li YouTube vekiriye wiha behsa destpêkirina fêrkirina şert û mercên kurdî dike, “Fêrkirina zimanê kurdî min li Zanîngeha Tişrînê, di sala yekem de dest pê kir. Hokirin bi awayekî dizî, di nav xort û keçên kurd de bû. Di sala duyem de min û hevalekî xwe kovareka piçûk û mehane ji bo fêrbûna kurdî amade dikir û li nav xwendekarên kurd belav dikir. Di pişt re ez hatim bajarê Hesekê li rojavayê Kurdistanê, min di nav SZKê de bi fermî dest bi fêrkirina zimanê kurdî kir. Min li zanîngeha Hesekê û li hin navendên kurdan karê mamostetîya zimanê kurdî dikir, heta hatina min ya Elmanyayê.Keleş bersiva pirsa me ya ku ‘Piştê bikaranîna platformên dîgîtal xebatên cûr bi cûr li ser van platforman tên kirin. Niha hin kesên dildar jî zimanê kurdî li van deran fêr dikin. Hûn jî yek ji wan kesan in ku zimanê kurdî fêr dikin. We kengî dest bi vê xebatê kir. Fikra fêrkirina kurdî li ser Zoom û YouTubê çawa çêbû?’ wiha dide, “Fêrkirina zimanê kurdî li ser Youtubê, min ji sala 2018an ve dest pê kir, lê fêrkirina kurdî di rêya onlineyê re û bi taybetî di rêya bernameya Zoomê re, ji qeyrana koronayê ve dest pê kir, dema ku dibistan û navendên komeleyên kurdan hatin girtin. Lê hizra fêrkirina kurdî li ser Youtubê ji fêrbûna zimanê elmanî li ser Youtubê hat, çaxê ku min xwe ji Youtubê fêrî elmanî dikir, min ji xwe re got, çima ez tiştekî wilo ji bo kurdî jî nakim, rabû min amadehîyên xwe kirin û min li odeya xwe li malê dest pê kir, min pêşî destpê kir, di pey re jî kamîrayek û min dest bi belavkirina vîdyoyên xwe kir."

Muhemed Keleş- Mamosteyê kurdî (kurmancî)

Keleş: Ciwanên kurd bi dilgermî nêzî fêrbûna zimanê kurdî dibin

Keleş jî li ser eleqeya raya giştiya kurd ji bo xebatên zimanê kurdî yên li onlîneyê fêr dikin wisa nêrînên xwe tîne zîmên,“Ez dikarim di vî warî de tenê li ser tecrûbeya xwe biaxivim. Birrek ji nifşên nû, ji keç û xortên kurd bi dilgermî nêzî fêrbûna zimanê kurdî dibin, çi ya di rêya onlinê re, çi jî ya li erdê. Her weha beşeka baş ji malbatên kurd zarokên xwe bi awayekî rêkûpêk rê dikin fêrbûna zimanê kurdî. Niha li sê navendên komeleyên kurd, ez karê fêrkirina kurdî dikim. Derdora 450 xwendekar û şagirtên min hene, beşek ji wan li erdê ne, beşek jî di rêya onlaynê re ne. Lê, belê li rexê din alîyekî reş jî heye, gellek malbatên kurd zarokên xwe rê nakin fêrbûna kurdî, sedema neşandina wan, di bawerîya min de dagîrkirin û bişaftina bi salan e, anku bawerîya bi xwe û zimanê xwe li ba wan şkestîye, li vir rola partîyên kurd, dezgehên zimên û komeleyên kurd tê, anku divê ku pirên têkilîyan bi wan kes û malbatan re xurt û bihêz bibin û navber neyên avakirin, rol û giringîya kurdî ji wan re bê ravekirin, rola zimanê dayikê ji wan re bê xuya kirin, kurdbûn bi kurdîbûnê heye. Kurdbûna bê kurdî pûç û vala ye û temenê wê kin e û laşê wê ne saxlem e. “ 

Weke ku tê zanîn ji ber pandemiyê qonaxa karantînayê dest pêkir û hê jî ev qonax bi awayekê didome. Ji ber vê rewşê ders dayîn û kar kirin piranî li onlîneyê tê kirin. Keleş li ser karantîna bandoreke çawa li ser xebatên fêrkirina kurdî yên onlîneyê kiriye bi vî awayî rewşê diyar dike, “Derfeteka zor baş bû, ji bo naskirina fêrkirinê di rêya onlineyê re bi awayekî xurttir, niha şeş xulên zimên ser onlineyê li cem min hene, ev jî bi saya karantînê ye. Min bi xwe ti carî hizir nedikir ku ez ê rojekê ji rojan li ser onlineê waneyên kurdî pêşkêş bikim, lê bi qeyrana koronayê re ev yek bû karê min û wê her berdewam be, ji ber ku niha xwendekar û şagirtên min ji gellek welatan hene û xwe li mala xwe fêrî kurdî dikin û ez jî li mala xwe kurdî fêr dikim, an ku şêweyekî pirr hêsan e, ji bo fêrbûn û fêrkirina kurdî.”

Kurdê rojavayê Kurdistanê û mamosteyê kurdî Muhemed Keleş axaftina xwe wiha domand, “Niha derfetine rind ji bo fêrbûn û fêrkirina kurdî hene, divê ku em evan derfetên heyî bi kar bînin û têxin xizmeta zimanê kurdî. Spas ji bo we û karê we. “

Biyan: Qasî dozdeh sal in ku evîna xwe ya zimanê kurdî difûrînim derdora xwe

Jan Biyanê mamosteyê îngilizî û heman demê kurdî jî fêr dike wiha behsa xwe dike, “Navê min Jan Biyan e. Ez ji bakurê Kurdistanê ji bajarê Batmanê me. Niha li Stenbolê wekî mamosteyê zimanê îngilîzî kar dikim. Perwerdeya min jî heman awayî li ser zimanê îngilîzî bû. Bi şanoyê re têkildar im û ev bû dozdeh sal ku wekî aktîf di nav şanoyê de me. Ev bû dozdeh sal ku him îngilîzî him jî kurdî pev re dixwebitim û hewl didim zêdetir xebatan bikim.”

Mamosteyê kurd Biyan dibêje 'kengî ku min zimanê xwe wekî rêzimanî fêm kir û ez fêr bûm, hingê min dest bi hînkirina heval û hogiran kir ‘ û wiha berdewam dike,” Ji ber ku hezkirin û kelecaneke mezin bi min re hebû û min dixwest vê bi herkesî re parve bikim. Ger em wekî sal bifikirin, qasî dozdeh sal in ku evîna xwe yê zimanê kurdî difûrînim derdora xwe. Lê ti car ne wek mamosteyekî lê wekî dildarekî min li xwe dinêrî. Ji ber ku min li ser zimanê kurdî ti perwerde nedît. Min bi tena serê xwe, bi xwendin û nivîsandin û lêkolînê zimanê xwe pêş ve bir.  Ev jî dikir ku xwe wekî mamosteyek bi nav nekim. Hê jî bi nav nakim lê ev yek di pûşpera 2020an de guherî. Ji ber ku ez jixwe mamoste bûm û pêvajoya karantînayê jî bi min da bawerkirin ku divê xwe ji navê mamostetiyê nerevînim, ji ber ku di rewşa îroyîn de her kurdîzan mamosteyek e û divê bi zanîna xwe derdora xwe ronî bike.”

Biyan kanela bi navê Kurdish Activities li YouTubê vekiriye û li ser fikra fêrkirina kurdî li ser Youtubê / Instagramê çawa çêbû, balê dikêşe li ser dema karantînayê û dibêje, “Wekî min li jor jî diyar kiribû, di pûşpera 2020an de min dest pê kir.  Ji ber pêvajoya karantînayê ku em nikaribûn derkevin, platformên dîjîtal ji her demê bêhtir bûn qada hevdîtin û parvekirinê. Min jî xwest van platformên dîjîtal bikim qada hînbûna zimanê kurdî û serboriya min bi vî awayî dest pê kir û hê jî didome.”

No description available.

Jan Biyan- Mamosteyê kurdî (kurmancî)

Mamosteyê kurd: Bila hemû cîhan bi zimanê kurdî binase

Jan Biyan, ‘Hûn kurdî li gel îngilîzî fêr dikin. We armanca xebata xwe weke alîkariya kesên biyanî ku bixwazin kurdî/kurmancî fêr bibin, diyar kiriye. Dikarin derbarê vê armancê de zêdetir agahiyê bidin?’ ew wiha dibersîvîne,” Ez bi xwe mamosteyê zimanê îngilîzî me û hê jî bi awayeke aktîf mamostetiyê dikim. Min xwest zanîna xwe ya her du zimanan bidim ber hev û bila her kes bibîne ku ti kêmasiya zimanê kurdî ji zimanê îngilîzî ku wekî “Lingua Franca” yanî zimanê cîhanê ye, tune ye. Û bila hemû cîhan bi zimanê kurdî binase, ji ber ku hûn çiqas xwe di platformên navnetewî de bidin nasîn û fêmkirin, hûn ewqas tên ferqkirin û dîtin. Wekî netewa kurd, pêdeviya me bi vê heye. Û ji ber vê ye ku ez zimanê kurdî ji kurdan bêhtir hînî biyaniyan dikim. Qet nebe armanca min a yekem ev e lê helbet kurdek jî bi saya platformên min, dikare xwe fêrî zimanê îngilîzî bike.”

Mamosteyê kurd,  ji eleqeya heyî ya li ser xebatên xwe gelek kêfxweş û spasdar e û axaftina xwe wisa didomîne, “Di demeke gelek kin de bi hezaran kes dest bi şopê kirin û her roj peyamên spasî û hêja dişînin. Ev yek hêza berdewamiyê dide min.”

"Sînor rabûn û her kes dikare xwe bigihîne mamosteyê/a daxwaz dike"

‘Gelo bi dîtîna we karantîna bandoreke çawa li ser xebatên fêrkirina kurdî yên onlîneyê kir? Mamostê kurd wisa bersiva vê pirsê dide, “Li gor min wekî erênî bandor kir, ji ber ku êdî ders wekî serxetî (online) têne dayîn, her kes dikare ji mala xwe fêrî zimanê xwe bibe. Sînor rabûn û her kes dikare xwe bigihîne mamosteyê/a daxwaz dike. Wekî mînak; keçeke biçûk ji Skotlandê niha ji min dersan hildigre. Dibêm qey berî pandemiyê, dersên serxetî wekî kêrnehatî dihatin dîtin lê bi saya vê pêvajoyê, mirov fêm kirin ku bi vî awayî jî dikarin qasî dersên rûbirû fêr bibin û xwe pêş ve bixin.” 

Jan Biyanê mamosteyê îngilizî û heman demê mamosteyê kurdî balê kişand li ser dewlemendiya kurdî û wiha diaxive, ” Ez berî her tiştî saxiya her kesî daxwaz dikim û dixwazim bibêjim ku em xwedî zimanekî hêja ne ku gelek dewlemen û xweşaxiv e. Divê em qedirê zimanê xwe bizanin û xwe pêş ve bixin. Wekî kurdek ev divêtiya me ye. Gelek spas bo eleqeya her kesî. Ji we re jî spas ku we fersend da min ku karibim xwe îfade bikim. Di xêr û xweşiyê de bimînin.”

- Agahiyên van hisabên medyaya civakî ku kurdî fêrdikin. Yên ku bixwazin kurdî fêr bibin û pêşbixin dikarin van hisaban bişopînin. 

Mutlu Can

Navnîşana kenala YouTube

https://www.youtube.com/channel/UCfoQqIAzYsdr-VwqIqrwHlg

Navnîşana rûpela Facebookê ya Kesayê

https://www.facebook.com/KESA-110907810586263

Navnîşana rûpela Instagram ya Kesayê

https://www.instagram.com/kesa.rkb/

*

Bawer Agirî

Navnîşana kenala Hîngeha Kurdî ya YouTube

https://www.youtube.com/channel/UCBx4XcUkoa-YxIKZukhy7Zg

Navnîşana rûpela Hîngeha Kurdî ya Facebookê

https://www.facebook.com/hingehakurdi

Navnîşana rûpela Instagramê ya Hîngeha Kurdî

https://www.instagram.com/hingehakurdi/

*

Muhemed Keleş

Navnîşana kenala YouTube

https://www.youtube.com/channel/UCpk7UfF7CZwT1G7D2sfwFoQ

*

Jan Biyan

Navnîşana kenala Kurdish Activities ya YouTube

https://www.youtube.com/channel/UCcQ_pG7MOrHK3kyNXwz2LJQ

Navnîşana rûpela Instagramê ya Kurdish Activies

https://www.instagram.com/kurdishactivities/