Dr. Cotyar Adil: Serdana Papa bo herêma Kurdistanê pêngavekî gelem mezin û dîrokî bû Dr. Cotyar Adil: Serdana Papa bo herêma Kurdistanê pêngavekî gelem mezin û dîrokî bû
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Dr. Cotyar Adil: Serdana Papa bo herêma Kurdistanê pêngavekî gelem mezin û dîrokî bû

Şiwan Berzincî

BasNews – Berdevkê fermî yê hikûmeta herêma Kurdistanê ragehand, serdana Papa Francis a ji bo herêma Kurdistanê dîrokî bû.

Berdevkê fermî yê hikûmeta herêma Kurdistanê Dr. Cotyar Adil ji BasNewsê re ragehand: ‘’Serdana cenabê Papa bo herêma Kurdistanê pêngaveke gelek mezin û dîrokî bû. serkeftina serdanê û rêxistina protokola serdanê, bo amadekarî û kare lijneya bilind bû, ku di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û serokatiya herêma Kurdistanê de lijneyekî hevbeş bû.’’

Berdevkê fermî yê hikûmeta herêma Kurdistanê got, serdana Papa bo herêma Kurdistanê li ser pêkvejiyan û parastina wê çandê û rijbûna li ser wê yekê ye. Û got: ‘’Em li ser pêkvejiyan û xweşbîniyê berdewam dibin, ku em bo herêma Kurdistanê û navçeyê û bo seqamgiriya siyasî faktorekî giring e.’’

Dr Cotyar Adil diyar kir: ‘’Wek hikûmeta herêma Kurdistanê li ser prensîbên pêkvejiyana olî û netewî emê berdewam bin, hêvîdarim ew strateji encamên wê yên baş dê pêşerojê de hebin.’’