Kirmaşan – Li Newsûd kolberek di êrişa pasdaran de birîndar bû Kirmaşan – Li Newsûd kolberek di êrişa pasdaran de birîndar bû
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Kirmaşan – Li Newsûd kolberek di êrişa pasdaran de birîndar bû

BasNews – Li devera sînorî ya Newsûd li parêzgeha Kirmaşanê, kolberekî kurd di êrişa pasdarên Îranê de birîndar bû.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, duhî (8 Adarê) pasdarên Îranê li devera sînorî ya Newsûd li parêzgeha Kirmaşan ya Rojhilatê Kurdistanê, komek kolber dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de kolberek bi navê Hucet Qezawet, xelkê bajarê Selas Bawecanî birîndar bû.

Ew kolberê birîndar birin nexweşxaneya bajarê Pawe.