Cotyar Kelarî
BasNews – Şeva borî li bajarê Kelar a navenda îdareya Germiyanê malek şewitî û endamên malê hatin rizgar kirin.
Rêveberê berevaniya şaristaniya Kelarê Îbrahîm Mihemed îro 09.03.2021ê ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şeva borî li taxa Goran a bajarê Kelarê malekî de şewat derket û piştre tîmên berevaniya şaristaniyê geheştin cîhê bûyerê û agir kontrol kirin.’’
Herwaha got: ‘’Tenê ziyanên madî geheştin malê û endamên malbatê ji şewatê hatin rizgar kirin.’’
Navborî got:’’Agir ji ber şorta elektrîkê derketiye.’’