BasNews- Nûnerê Herêma Kurdistanê li Brîtanyayê Karwan Cemal Tahîr ragihand, serdana Papa ji bo Kurdistanê li Brîtanyayê deng veda.
Îro roja duşemê 08.03.2021ê Nûnerê Herêma Kurdistanê li Brîtanyayê Karwan Cemal Tahir ji BasNewsê re axivî û da zanîn serdana Papa ji bo Herêma Kurdistanê gelekî girîng bû, serdana Papa ji bo her welatêkî dibe cihê gringiyê ji bo welatên dunyayê, serdana bo Herêma Kurdistanê giring e lewre Herêma Kurdistanê cihê pêkvejiyanê ye û gelekî ciyawaz e ji Iraqê.
Herwiha Karwan Cemal Tahir aşkere jî kir li Herêma Kurdistanê pirr dînî û pirr mezhebi heye û serdana Papa Francis ji bo Herêma Kurdistanê li Brîtanyayê deng vedaye. Herwiha dostên Herêma Kurdistanê ew serdan bi girîngî wesif kirine û wan jî tekez kiriye ku Herêma Kurdistanê parêzerê pêkhateyên ji hevdu cihê bûye.