Siyasetmedarekî Mesîhî: Berî DAIŞê jî bi plan û bername em ji bajarên Iraqê dihatin derxistin Siyasetmedarekî Mesîhî: Berî DAIŞê jî bi plan û bername em ji bajarên Iraqê dihatin derxistin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Siyasetmedarekî Mesîhî: Berî DAIŞê jî bi plan û bername em ji bajarên Iraqê dihatin derxistin

BasNews – Siyasetmedarekî Mesîhiyên Iraqê radigehîne, berî dagirkeriya rêxistina terorîst a DAIŞê jî Mesîhî ji Iraqê li ser mal û halên xwe dikirin der.

Siyasetmedar û parlamenterê berê yê Iraqê yê Mesîhî Cozêv Silêwe ji BasNewsê re ragehand, Papa Francis nikare aştî li Iraqiyan belav bike. Biryara jiyana bi aştiyane li desthilata hukimraniya Iraqê de ye.

Cozêv Silêwe ragehand, Papa Francis di serdana xwe de daxwaz kir çek li Iraqê bên bêdeng kirin. lê ‘’Bawer nakim’’ ew milîsên li Iraqê çekdarin wê daxwaza Papa Francis bipejirînin.

Siyasetmedarê Mesîhî yê Iraqê amaje bi wê yekê jî kir, derkirina Mesîhiyan li ser mal û erdên xwe yên li Iraqê, berî dagirkeriya DAIŞê ya sala 2014ê jî hebû, tenê DAIŞ ji koçber kirina Mesîhiyan ne berpirs e.

Cozêv Silêwe aşkera kir, berî sala 2014ê Mesîhiyên Başûrê Iraqê bi awayekî bi bername bo darijandî li ser mal û halên xwe dihatin derxistin û naha jî li Iraqê zulm li Mesîhiyan tê kirin.

Silêwe pêwîst dizane destûr û yasayên taybet ên di berjewendiya Mesîhiyan de bên nûjen kirin, bo ku mafên destûrî û yasayî yên Mesîhiyan bên diyar kirin.

Cozêv Silêwe hişyarî jî da eger bilez hewl bo parastina Mesîhiyan neye dayîn, wê deme di çend salên kêm ê pêş me de ti Mesîhiyek li Iraqê namîne.