BasNews – Hikûmeta Kurdistanê ragihand, ew kesên ku dixwazin sefera Herêma Kurdistanê bikin divê 3 rojan beriya hatinê, têsta Koronayê bidin û têsta wan jî negatîf be.
Wezareta navxwe ya Kurdistanê ragihand, wan biryar dane rê bidin kesên biyanî û Iraqî serdana Herêma Kurdistanê bike lê bi çend şertan.
Li ser şertan jî wezareta naxwe daye zanîn, yên ku dixwazin serdana Herêma Kurdistanê bikin divê 3 rojan (72 saetan) beriya hatinê, têsta Koronayê bidin û têsta wan jî negatîf be.
Wezaretê her wiha ragihandiye, divê ew kesên ku tên Kurdistanê li gorî pîvan û qanûnên wezareta tenduristiya Kurdistanê reftar bikin û wê heyama ku wezaretê destnîşan kiriye, xwe kerentîn bikin.
Wezareta navxwe daye xuyakirin, ew biryar û fermanên han ji roja 8 Adarê (îro) de dikeve piratîkê.