BasNews- Piştî pêşwazîya li Papa Francis li Yarîgeha Franso Herîrî ji aliyê berpirsên Herêma Kurdistanê nimêja qedasiyê ya Papa Francis dest pê kir.
Merasîma nimêja qedisaya Papa Francis bi armanca serdana wî ji bo Hewlêrê hatibû lidarxistin û Di merasîma Yarîgeha Franso Herîrî de Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubat Talabanî û Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cefer Şêx Mistefa, Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert û nûnerên hemû pêkhateyên li Herêma Kurdistanê di vê merasîmê de beşdar in.
Merasîma nimêja qedas nerîteke taybet a mesîhiyan e û Papa heta niha li gelek welatan ew merasim birêvebirine.
Îro roja yekşemê 07.03. 2021ê Papa Francis bi merasîmeke taybet li Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdisanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin.
Papa Francis serdana dêrên mesîhiyan li Mûsilê kir û piştî wê vegeriya Hewlêrê û beşdarî merasîma qedaseyê bû.
Bi sedan televizyon û ajansên navdewletî romala serdana Papa Francis ji bo Herêma Kurdistanê dikin û amaje bi wê yekê dikin Kurdistan warê pêkvejiyanê ye bo hemû pêkhate û ayînên heyî li Herêma Kurdistanê û Iraqê.