Li Hewlêrê bi boneya 8ê Adarê roja jinên kedkarên cîhanê festîvala ‘’Bûka Kurdistanê’’ birêve diçe Li Hewlêrê bi boneya 8ê Adarê roja jinên kedkarên cîhanê festîvala ‘’Bûka Kurdistanê’’ birêve diçe
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Hewlêrê bi boneya 8ê Adarê roja jinên kedkarên cîhanê festîvala ‘’Bûka Kurdistanê’’ birêve diçe

Mameyare Ehmed

BasNews – Ji ber hatina 8ê Adarê roja jinên kedkarên cîhanê li Hewlêrê festîvalek taybet birêve diçe û li gel wê jî çend çalakiyên din ên jinan dê birêve biçin û diyarî li ser 20 malbatên şehîdên şerê DAIŞê dê bên belav kirin.

Rêvebera festîvalê Şehên Xale Heso ji BasNewsê re ragehand, bi boneya 8ê Adarê roja jinên kedkarên cîhanê, roja 08.03.2021ê li parka Gulan Tawer a Hewlêrê festîvalek bi navê ‘’Bûka Kurdistanê’’ ku amajeyeke bo Şehîd Leyla Qasim dê birêve biçe.

Şehên Xale Heso ragehand, festîval li ser fikra hunermenda stranbêj Rojîn hat rêkxistin. Demjimêr 15:00ê destpê dike û li çend beşan pêktê. Destpêkê karê destî yên jinan dê bên pêşandan. Piştre pêşengeha cilûberg dê bê vekirin. Herwaha di festîvalê de dê ji 20 malbatên şehîd ên şerê DAIŞê re 400 hezar dînar pare ji bo her malekî ku zarokên wan ên hûr hene û rewşa wan a darayî nebaşe, ji wan re dê wek alîkarî bê dayîn.

Piştre çend çalakiyekî din ên hunerî û werzişî taybet ên jinan dê birêve biçin. Alîkariya festîvalê jî kesên dilsoz û çend karsaz û karbidestekî ve birêve diçe. Rêveber û endamên festîvalê jî birêve dibin bi dil û xwebexş kar dikin.

Derbarê navê festîvalê de jî got, Leyla Qasim şevek berî ku bê darve kirin, ji dayîka xwe re gotibû ez sibe dibim Bûka Kurdistanê, ji ber wê wek amajeyek bo Şehîd Leyla Qasim festîval bi navê ‘’Bûka Kurdistanê’’ birêve diçe.