Papa serdana dêra Seyde Necat kir Papa serdana dêra Seyde Necat kir
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Papa serdana dêra Seyde Necat kir

BasNews – Îro 05.03.2021ê Papayê Vatîkanê Papa Francis di serdana xwe ya Bexdayê de êvari serdana dêra Seyde Necat kir û gotarek pêşkeş kir.

Di berdewama serdana xwe ya Bexdayê de vê êvariyê Papa Francis serdana dêra Seyde Necat a li Bexdayê kir û peyama pêkvejiyanê li Iraqê da.

Papa di serdana xwe ya ji bo dêra Seyde Necat de ragehand, mil bi milê xwîşk û birayên xwe careke din girêdana xwe bo piştevaniya Xirîstiyanan teqez dike û herwaha heskirina xwe bo mesîh tekûz dikin.

Herwaha got: ‘’Em hemû neviyên Adem û Hewa ne. xwîşk û biran e. Pêwîste bê cudayiya olî û netewî nakokiyên xwe bidin aliyekî.’’