Rukiye Mistefa
BasNews – Li Îranê ji ber pêketina bi vîrusa koronayê 81 kesên din jiyana xwe ji dest dan û bi giştî hejmara kesên ji ber pêketina bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane geheşt 60 hezar û 512 kesan.
Berdevkê wezareta tenduristiya Îran Sîma Sadat Larî ragehand, di 24 demjimêrên borî de 81 kesan jiyana xwe ji dest dane û 8 hezar û 367 kesên din jî bi vîrusa koronayê ketine û ji wan jî 702 kes li nexwaşxaneyan hatine razandin.
Larî ragehand, heta naha ji ber pêketina bi vîrusa koronayê li Îranê 60 hezar û 512 kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmara pêketinan jî li Îranê bi giştî geheştiye 1 milyon 673 hezar û 470 kesan.
Larî ragehand heta naha 1 milyon û 428 hezar û 8 kesên pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne.