Li herêma Kurdistanê 269 kesên din bi vîrusa koronayê ketin Li herêma Kurdistanê 269 kesên din bi vîrusa koronayê ketin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li herêma Kurdistanê 269 kesên din bi vîrusa koronayê ketin

BasNews – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 269 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesan jî bi Koronayê canê xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 269 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 142 kes li Hewlêrê, 35 kes li Silêmaniyê, 76 kes li Duhokê û  16 kes li Germiyanê ne.

Diyar kir jî, ji ber Koronayê kesekî li Hewlêrê, 2 kesan li Silêmaniyê û 2 kesan li Duhokê canê xwe ji dest dane.  Li hemberê jî 152 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 110058 kes.

Mirin: 3531 kes.

Başbûn: 104202 kes.

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.