Serokê herêma Kurdistanê bi boneya salvegera Raperîna Gelê Kurdistanê de peyamek belav kir Serokê herêma Kurdistanê bi boneya salvegera Raperîna Gelê Kurdistanê de peyamek belav kir
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Serokê herêma Kurdistanê bi boneya salvegera Raperîna Gelê Kurdistanê de peyamek belav kir

BasNews – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 30.mîn salvegera Raperîna Adarê ya gelê Kurdistanê peyamek belav kir.

Li gor malpera serokatiya herêma Kurdistanê peyam waha ye;

Li bîranîna sîh saliya Raperîna Adara gelê Kurdistanê da, silav ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê, serê rêz û rûmetê jî li ber giyanê wan yê pîroz da diçemînîn, bi hurmet û rûmetê ve wan bi bîrtînîn.

Silav li gelê xweragirê Kurdistanê ku bi hemû pêkhatên wê ve wekî îro berî sîh salan li Ranyaya xweşdivî derbasgeha Raperînê, li girseyeke cemaweriya mezin da beramber bi sîtem û dîktatoriyê Raperîn û li gel Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê, yek bi yek gund û bajarok û bajaran niştiman azad kirin.

Îro di demek da bîranîna wan rojên pîroz û qehremanên wê dikîn, Kurdistan ji hemû demekê zêdetir pêwîstî bi tebayî û pêkveyî û yekrêziya hemû aliyan û pêkhatên wê heye, heta ku bikarê peyam û armancên pîrozên Raperînê û berhema xwîna şehîdan biparêze û ber bi paşerojeke baştir hengavan bavêje.

Wekî çawa li Raperînê da tevahiya Kurdistaniyan bi hemû pêkhatên neteweyî û olî û hemû hêz û aliyên siyasiyên cûda ve, li bereyeke yekgirtî da pêkve raperîn û serkeftîn, niha jî bi heman awayî em hemû pêkve dikarîn rûbirûyê dijwarî û gefan bibîn û mafên xwe yên destûrî bi dest ve bînîn û biparêzîn.

Li vê bîranîna pîroz da daxwaz ji hemû hêz û aliyan û pêkhatên Kurdistanê dikim, bîranîna raperînê bikîn hewêna tebayî û pêkveyî û yekrêzî û nehiştina kêşe û nakokiyan heta giyanê karwana şehîdên Kurdistanê şad bikîn û em hemû pêkve ber bi paşerojeke baştir hengavan bavêjîn, pêkve ji bo Kurdistaneke aram, avadan û aram têbikoşîn ku herdem bi landika azadî, lêborînî, pêkvejiyan û hevdû qebûlkirinê bimîne.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê
05.03.2021