Ji çalakvanekî Silêmaniyê bo Lahor Cengî: Kuştin, birîn, talan û qaçaxçîtiyê dike û behsa serweriya yasa jî dike Ji çalakvanekî Silêmaniyê bo Lahor Cengî: Kuştin, birîn, talan û qaçaxçîtiyê dike û behsa serweriya yasa jî dike
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Ji çalakvanekî Silêmaniyê bo Lahor Cengî: Kuştin, birîn, talan û qaçaxçîtiyê dike û behsa serweriya yasa jî dike

BasNews – Çalakvaneke Silêmaniyê zanyariyên metirsîdar derbarê gruba Lahor Cengî de belav kirin û teqez kir ku ew berpirsyarin li hember kuştina 13 ciwanên wî bajarî.

Çalakvanê sivîl li Silêmaniyê Rêbîn Rehîm îro 04.03.2021ê ji BasNewsê re ragehand: ‘’Gruba Lahor ku roj û ronahî û bi belgeyên temam ve nîvê axa wî welatî difroşin, ewqas rûyên wan qahîme ku roj û ronahiyê di wî bazineya desthilata wan lê heye bi dizî, lêdan û kêr kêşan û kuştinan pêktînin. Lê hîn jî behsa serweriya yasayê dikin.’’

Herwaha pirs jî kir di xwepêşandanên vê dawiyê de 13 ciwanên hatin kuştin, ‘’Çima wê demê behsa serweriya yasayan nekirin? Gruba Lahor ji wan kuştinan berpirsin û Lahor Cengî divê bersiva xwîna wan şehîdan bide. Çend rojek berî naha jî parlamenterek li berçavê xelkê bajarê Silêmaniyê dan ber kêran. Yasaya te vê derbarê de li kuderê ye? demekî berî naha jî kesên çek di dest wan de ên ser bi endameke polîtburoya YNKê ku tu nîvserokê wê partiyêyî mala efserekî û temamê taxeke bajar dan ber guleyan û lê rêşandin. Hîn kifnê wî kesê asayîşê yê xêrlixwe nedîtî li rawestgeha Tasluce jî zer nebûye, êdî tu behsa kîjan serweriya yasa dikî?’’

Heman çalakvanî pirsa qaçaxçîtî û talankariya Lahor û gruba wî jî kir û got: ‘’Li deriyê serekî û yên din ên nîv fermî ve bi sedan konteynir bi qaçaxî û bê ku gumrikê bidin hûn tînin nav Kurdistanê, ku kes jî nizane çi di wan de heye.

Amaje bi wê yekê jî kir ku hewar hewarê bo girtiyan dikî bi armanca rijdbûna mafê rojnamevanî, ew ne mafê mirove, ji ber hûn dizanin ewên girtî eger biaxivin dê çi bibêjin û destê gelek wan kesan jî dê aşkera bibe ku naha hewar hewarê dikin û dixwazin bi hewar hewarê wê dosyayê veşêrin û winda bikin.