BasNews- Rojnamegerekî li Silêmaniyê ji ber rexenkirina Lahûr Cengî û karên wî yên xirab gefa kuştinê lê tê xwarin.
Rojnameger Herêm Şêx Cemal duhê roja çarşemê 03.03.2021ê beşdarî bernameyeke kanala televîzyonê ya NRTyê bû û di wê bernameyê de kiryar û karên xirab ê Lahûr Cengî rexne kir. Piştî wan rexneyan karmendekî asayîşê gefa kuştinê li rojnameger Herêm Şêx Cemal xwariye.
Êvara îro roja pêncşemê 04.03.2021ê rojameger Herêm Şêx Cemal ji BasNewsê re axivî û da zanîn: ‘’Îro ji bo dewama xwe ya asayî çûm bo qaymqamiyeta Silêmaniyê, karmendekî asayîşê dijûn li min kir li ber qaymeqamiyê û bi dengê bilind dijûn li min kir. ‘’
Herwiha Herêm Şêx Cemal dibêje: ‘’Min jê re got heger ji ber karê min ê qeymeqemiyê tu dijûnan ji min re dibêje kerem bike. Lêbelê heger ji ber li ser televizyonê û gotinên min be kerem bike doza yasayî li ser min veke. Lêbelê wî ji min re got, ez her te dikujim û te ji nav dibim.’’
Herêm Şêx Cemal tekez jî kiriye wî ew karmendê asayîşê nas nekiriye û dûr nîn bû ku bihata kuştin ji aliyê wî karmendê asayîşa Silêmaniyê.