Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê îtîrafa desteserkiriyên tora sîxurî li Behdînanê belav kir Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê îtîrafa desteserkiriyên tora sîxurî li Behdînanê belav kir
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê îtîrafa desteserkiriyên tora sîxurî li Behdînanê belav kir

BasNews- Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, beşek ji deqa îtîraf û ew belgeyên wan kesên ji ber tora sîxurî li Behdînanê hatine desteserkirin belav kir ku dadgehê 6 sal cezayê zindanê bi ser wan de sepandibû.

Ligor îtîrafên wê komê, wan dest bi duristkirina komeke biçûk a sîxurî kiriye û zanyarî kom kirine û perwerdeya çekên bêdeng dane û xwestine sîstema siyasî ya Herêma Kurdistanê biguherin.

Herweha wê koma sîxurî wêne û dîmenên karwanên serbazî û emnî yên Herêma Kurdistanê girtine û yekser peywendiyên wan bi PKKê re hebûye.