BasNews- Helîkoptereke Tirkiyê li bajarê Bidlîsê yê Bakurê Kurdistanê ketiye xwarê û ji ber ketina wê helîkopterê 9 serbazên Tirkiyê mirine û 4 serbaz jî birîndar bûne.
Medyaya Tirkiyê belav kiriye li navçeya Tetwan a Bedlîsa Bakurê Kurdistanê helîkoptereke leşkerî ya Tirkiyê ket û di encamê de 9 leşkeran mirine û 4 leşkerên din jî birînda bûne.
Ligor zanyariyan heta niha nayê zanîn bê helîkopter ji ber kîjan sedemê ketiye. Herwiha ligor malûmatên helîkopter li herêmeke çiyayî ketiye û pêleke berfbarînê ew herêm girtiye.
Li aliyê din heta niha aliyên fermî derbarê ketina helîlopterê ti daxuyaniyeke fermî belav nekirine.
Ligor zanyariyên berdest helîkopter saet 13:55 ji Fermangeha Hêzên Bejayî ya rabûye biryar bû here navçeya Tetwanê.
Li aliye din Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî derbarê bûyerê de ragihand: “Îro saet 14:25 peywendiya me ligel helîkoptera serbazî ya ji cureya Cougar ku ji Bedlîsê ber bi Tetwanê ve diçû qut bûye. Li herêmê firokeyên bêpîlot û firokeya CN-235 û helîkopterek li dest bi lêgerîna wê helîkoptera ketine kirine. Di encama lêkolînên me de derket holê ku firoke bi sedema qezayê ketiye.”
Wezareta Berevaniya Tirkiyê herwiha da zanîn ku di encama bûyerê de 9 leşkeran canê xwe ji dest dane û 4 leşker jî birîndar bûne.