BasNews- Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ser zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa Koronayê û cureyên wê hişyarî da rayagiştî.
WHO da zanîn ku li Ewrupa hefteya borî hejmara pêketinan neh ji sedê zêde bûye.
Li gor agahîyên rêvebirên WHO, cureya vîrusa korona ya cara pêşî li Brîtanya hatibû dîtin, ji 53 welatên Ewrupa ji 43an, cureya ji Afrîqaya Başûr jî ji 23 welatan hatiye dîtin.
Rêvebirê WHO yê Ewrupa Hans Kluge ji medya Almanya re ser rîska belavbûna vîrusa korona peyivî.
Kluge dîyar kir ku gel jiber sînordarkirinên hember vîrusa korona westîne, lê wî bal kişand ku divê tedbîr bidomin.
Kluge got: "Niha em jinûve dibînin ku geşbûnek çêbûye û mutasyon jî pir zû belav dibin"
Herwiha Kluge bi bîr xist ku pandemîya vîrusa korona hîn bi dawî nebûye û got ku divê ew li cîhanê bala xwe bidin ser kempeynên vaksînê ku pêşî li mirina mirovan bigirin.
Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê nîşan didin ku li seranserê cîhanê pirtir ji 115 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 28 mîlyon û 761,702 kes jî bi wê vîrusê mirine.