Ruhanî: Heger ambargoyan rakin rêya danûstendin û dîplomasiyê mîsoger dibe   Ruhanî: Heger ambargoyan rakin rêya danûstendin û dîplomasiyê mîsoger dibe  
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Ruhanî: Heger ambargoyan rakin rêya danûstendin û dîplomasiyê mîsoger dibe  

 

BasNews- Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî ragihand heger ambargiya li ser welatê wan rabe û wê danûstendin û dîplomasî dest pê bike.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî îro roja pêncşemê 04.03.2021ê aşkere kiriye Îran hişyarî li welatên Ewropayê kiriye ji bo rêkeftina atomî. Herwiha wê Ruhanî ragihandiye divê welatên Ewropayê hewl bidin ambargoyên li ser Îranê werin ragirtin.

Herwiha Hesen Ruhanî daxwaz ji Fransa, Almanya û Brîtanyayê kiriye  di Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê cihê li dijî Îranê biryaran tenstînin û peywendî û danûstendinên ligel Îranê jinavbirin.

Herwiha Ruhanî daye zanîn rayedarên Ajansê dizanin ku me hevkairyeke baş di vê heyamê da pêk aniye. Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku xebata ajansê teknîkî ye û wan lihevkirineke pir baş ligel ajansê di heftetyên dawî da bi dest xistiye û ew dixwazin lihevkirin berdewam be.

Ev axaftina Ruhanî di demekê de ye ku Reutersê belav kiribû ku Fransa, Almanya û Brîtanyayê kiriye Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê de biryarên li dijî Îranê vekişandine.