Parlamenterekî berê: Nîvserok wan kesan vedişêre ku Mistefa Selîmî radestî Îranê kirin Parlamenterekî berê: Nîvserok wan kesan vedişêre ku Mistefa Selîmî radestî Îranê kirin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Parlamenterekî berê: Nîvserok wan kesan vedişêre ku Mistefa Selîmî radestî Îranê kirin

BasNews – Endamekî bere yê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê aşkera kir, nîvserok (Behsa Lahor Cengî dike) ew kesên ku Mistefa Selîmî radestî Îranê kirin vedişêre, lê wan kesan Mistefa Selîmî bi fermana Lahor Cengî ve radest kirin.

Parlamenterê berê yê PDKê Merdan Xidir ji BasNewsê re ragehand: ‘’Kesekî ku axa xwe bifroşe, niştimanê xwe bifroşe, hemû nirxên xwe bifroşe, divê hertiştekî mirov ji wî hêvî bike.’’

Herwaha got: ‘’Lahor behsa baweriyê dike, ku divê kesê herî dawî be ku behsa baweriyê bike. Ji ber baweriya xelkê li gel wî ne giring e. Tişta li gel Lahor giringe, axa û Heşdî Şeibî ye. Ew berdewame li ser xiyaneta xwe, ji ber wê jî baweriya Lahor li gel axayên wî gelek zêde ye, ji bo wî bawerî wisa têgeheştiye ku dijminatiyê bi te bikin û baweriya Heşdî Şeibî bi te hebe.’’

Amaje bi wê yekê jî kir kul i ser destê Lahor Cengî gelek tewanên mezin û xiyanetên niştimanî hatin kirin ku ‘’Divê herî dawiyê ew dosya bên zelal kirin. di radestkirina Mistefa Selîmî û kuştina Amanc Babanî û zîrevanê taybet ê Mam Celal û gelek dosyayên din divê bên zelal kirin.’’

Merdan Xidir got: ‘’Mistefa Selîmî berî radest kirina xwe ji wê grubê re gotiye tîkaye min bikujin lê min radest nekin. Lê wan destên wî girêdane û çavê wî girêdane û ew radestî Îranê kirin. zanyarî hene ku Lahor bixwe serpereştiya wê proseyê kiriye. Nahe bo ku wê dosyayê veşêrin, ewên ku peyvendiya wan bi vê dosyayê ve heyî hemû veşartine û beşek ji wan ji bo winda bibin li pêş çavê xelkê ew şandine Ewropayê û beşek jî veguhestine bo Bexdayê, lê hîn jî belgeyên pêwîst her hene.’’